Civak
Hestiyên mirovan di binyata avahiyê de derketin
Li parêzgehas Hekariyê avahiyeke nû li taxa Bulaqê, li ser riya Komarê ji bo parzêgehtiyê tê çêkirin.
Dema bingeha avahiyê kolane û xîm vekirine, gelek hestiyê mirovan hatin dîtin.
Polîs ew hestî berhev kirine û xistine telîsan, birine û Sawciyê Komarê jî lêpirsîn daye destpêkirin.
Tê gotin ku berê barîgeha cendirmeyan li wê şûnê bûye.
Çewa tê zanîn, demek berê li Amedê jî hestiyê mirovan ji ber keviya bedenê derketibûn, lê rapora ku dabûn ango ew hestî ji sed salî zêdetir kevn bûne. Li wê şûnê jî dîsa barîgeha cendirmeyan hebûye.
Rojeva Kurd/Hekari