Civak

Armanca PYD-ê çiye?

 

Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) li bajrê Amudê çelakiyek pêkanîn û li gora têgihandina xwe beşdarbûna serokê Kurdistanê di kongreya Ak Partiyê de protesto kirin.

PYD-ê li Kurdistana Rojhilat li bajarê Amûdê hinek zarok kom kirin û nivîsên ku beşdarbuna Barzanî di kongreya Ak Partiyê de şermezar dikin, kirin destê wan de û kaşo ev helwesta serokê Kurdistanê protesto kirin.

Dixweyê Axavtina Mesud Barzanî di kongreya PYD-ê de rejima Suriye aciz kiriye û diviya PYD jî li dijê vê helwestekî deynê holê ku rejima Suriye pê keyfxweş be. Ew jî bû proteto kirina helwesta serokê Kurdistanê.

Dema mirov berê xwe dide dimenên vê çelakiyê kifşe ku kurdên Bakur yên ser PKK-ê ve ev çelakî li darxistine.

Li aliyekî ve serokên PYD li Hewlêr wek mêvanên divana serokatiya herêmê di hotêlên pênc sterde cirîd tavêjin û beyan û daxuyaniyên ku wesfê Barzanî didin radigihînin ji aliyek din ve jî li Amûdê Barzanî “ bi tiştên giran“ itham dikin.

Naveroka siyaset a PYD li Amûdê ye , ne li Hewlêr e. Ji ber ku ew rastiya siyaseta wan e.

 

Back to top button