Hesen Şerîf piştgirî da zîdaniyên bakûrê Kurdistanê
Hunermendê navdarê kurd Hesen Şerîf bi rêya malpera xw a Facebook piştgiriyê li mafên zîndaniyên siyasiyên bakûrê Kurdistanê dike û dibêje ku, berxwedana zîndaniyên siyasiyên bakûrê Kurdistanê ji bo azadî û rizgariya kurd û Kurdistanê ye. Hunermendê ji başûrê Kurdistanê Hesen Şerîf, herwesa, berxwedana gelê kurd li rojavayê Kurdistanê jî ji dil û can pîroz dike.
Hesen Şerîf dibêje:
“Ez ji dil û can piştgiriyê didim daxwaza mafên rewayên zîndaniyên siyasiyên bakurê Kurdistanê, yên ko ev 54 rojin çalakiya greva birçîbûnê di meşîinin.
Berxwedana wan ji bo azadî ü rûmetîiya me tevane, jibo rizgarîya Kurd û Kurdistanê ye, ev berxwedan agirê tekoşîna şoreşgerî ya gelê me ye! Daxwazê ji rêxistinên demokratîk û yên mafên mirovan dikîn ko bêdeng nemînin û fişarê bêxine ser û faşîzma hikumeta Turkiya şermezar bikin!
Her Wiha berxwedana gelê me li rojavayê Kurdistanê pîroz dikim û dil û canê min bi wan re ye!”