Polîtîk

Heşdî Şeibî bi wêneyên Xamineyî merasîma leşkerî pêkanîn!

Duh 08.06.2018ê milîsên Heşdî Şeibî bi boneya roja Qudisê de, bi rakirina wêneyên Xumeynî û Xamineyî ve gera leşkerî û merasîma leşkerî li Xurmatû pêkanîn û Al a Amerîkayê û Îsraîlê jî binpê kirin.Li gor zanyariyên BasNewsê demeke hêzên lezgîn ên Iraqê li Xurmatû ne, lê beşek hemwelatiyên bajarê Xurmatû amaje bi vê yekê dikin ku wê hêzê kariye heta astekê rewşa ewlehiya bajarê Xurmatû kontrol bike, lê wek hemwelatiyên Xurmatû dibêjin tenê çekên kurdan ji wan standine û bajar dagir kirine. Herwaha dibêjin ew merasîma leşkeri ya duh diyar dike ku dagirkerî berdewam e.Ji destpêka dagirkirina Kerkûk, Xurmatû û navçeyên Kurdistanê ji aliyê Heşdî Şeibû û sipaha pasdaran û bi alîkariya gruba xiyanetê ya 16ê cotmehê ve, sipaha pasdaran û milîsên şîe yên ser bi Îranê ve li nav Kerkûk, nahyeya Beşîr, Xurmatû û Xaniqînê bi aşkerayî Al a Îranê û wêneyên Xumeynî û Xamineyî bilind dikin û ji bo hemû boneyan wêneyên wan dadiliqînin.Diyarî Ehmed/Bas

Back to top button