Cîhan

Heşda Şeibî li Iraqê Amerikayê tehdîd dikin

Hejmarek milîsên Heşdî Şeibî gefên tund li hêzên Amerîkayê û hemû hêzên biyanî yên li Iraqê kirin.Di beyanameya ku çapemeniya Iraqê de belav bûye de, milîsên Heşdî Şeibî ragehandin, ku dagirkeriya Anglo – Amerîkî û Suidî hewl didin xwe li ser îradeya Iraqiyan ferz bikin û hikûmetekê ava bikin, ku bi fermanê Amerîka û Siûdiyê ve tevbigere.Di beşek din ê beyanameyê de tê gotin, milîsên Heşdî Şeibî hebûna hêzên Amerîka û hêzên din ên biyanî ku ji bo alîkariya Iraqiyan a şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê çûne Iraqê ne rewa dibînin.Herwaha gef li wan hêzên biyanî hatin kirin ku naha li Iraqê ne û dibêjin; Aram ragirtina Heşdî Şeibî jî sînoreke xwe heye û eger ji vê zêdetir mana wan hêzan çêbe, ew dê wek hêza dagirker çav lê bikin û dibêjin, mafê me ye her coreyekê be em wan li welatê xwe derbixin.Heman beyanameyê de serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hatiye hişyar kirin.Rêxistinên Heşdî Şeibî yên navê wan di beyanameyê de heyî û îmza kirine ev in- Rêxistina Bedir- Tevgera Cîhad û Bîna- Esayib Ehl El Heq- Ketîbeyên Seydul şuheda- Tevgera Cundul îmam- Tevgera Ensarula- Seraya Aşura- Seraya Ensar El Eqîde- Seraya Xorasanî- Ketaîb Îmam Elî
Back to top button