
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser tora xwe ya medya Civakî ragihand ku, Bexdayê 3 mehan ji % 0 ji bûtçeya Kurdistanê daye. Mesrûr Barzanî diyar kir ku li gor yasaya budçeyê Bexda divê her meh 1.375 trîlyon dînarên Îraqî ji Herêma Kurdistanê re bişîne lê her sê mehan Herêma Kurdistanê “ji sedî 0 ji wê pereyê wergirtiye.
Mesrûr Barzani dibêje:“Neşandina mafên me yên darayî ji aliyê Bexdayê ve ku wek di budçeya federal de hatiye diyarkirin zerarê dide welatiyên me, baweriyê kêm dike û binpêkirina destûr û rêkeftinan e jî.”