Roger ÇagerDibe ku di jîyana mirovan de gelek tişt biguherin. Nêrîn, fikir û raman, elimandin, terz, awayê jîyanê û hwd… Mînakên wî gelek in û ger em herkê li jîyana xwe jî binêrin emê guherînan bibînin. Ev guherîn dibin ku guherînên biçûk bin jî dibin ku yên mezin bin jî. Heta hin caran encama guherînê ji sedî sed zidê berê ye. Wekî ku yekî kominîst bibe lîberal an jî yekî bawermend bibe ateîst. An jî bileksê wî yekî lîberal bibe kominîst û yekî ateîst bibe bawermend. Vana ne mînakên pir dûr in. Em dikarin bi hêsanî li derdora xwe mirovên bi vî rengî bibînin.Mirov di jîyana xwe de tercihan dikin û li gorî wan tercihan diguherin. Dema em mirovekî binirxînin emê li gor çi binirxînin? Mirovek ku ola xwe guherî be emê li gor ola wî/wê ya berê binirxînin an jî emê li gor terciha/biryara wî/wê ya taliyê binirxînin?Dibe, em mirovekî ku bûbe misilman li gor qeîdeyên xirîstiyantiyê veşêrin?Dibe, em miroveke dev ji malbata xwe berdabe wekî miroveke ku bi malbata xwe ve girêdayî ye bi bîr bînin? Dibe ku ew berê bi malbata xwe ve girêdayî be lê di encam de terciha xwe kiriye û dev ji malbata xwe berdaye.Her tercihek di heman demê de rexneyek li rewşa berê ye. Ji ber ku mirov êdî wê rewşê, wê fikrê, wê alimandinê, wê ramanê, wê nêrînê, wê îdeolojîya berê rast nabîne/naecibîne terciha xwe bi yekî din dike û bi wî awayî diguhere. Loma divê em mirovan li gor terciha wan a taliyê binirxînin. Ev di heman demê de rêzgirtin e ji bo mirovan. Ger em bi rewşa berê wan binirxînin, ev bêrêzî ye ji bo tercihên wan ên taliyê û ji şexsê wan re.Niha li ser Newşîrwan Mistefa gelek nîqaş hene. hinek dibên; “Xayîn bû baş bû mir”. Hinek dibêjin; “Berê gelek xizmetê ji Kurdistanê re kiriye. Nabe em jê re bibêjin xayîn. Rehma Xwedê lê be.”Ji bo em karibin helwesta wî jî bi awayeke rast binirxînin divê em li terciha wî ya taliyê binêrin.Newşîrwan Mistefa bi ser ew qas tecrube û zanebûna xwe di taliyê de terciha xwe ji aliyê Îranê û Bexdayê kir. Bi Malîkî re (ku em dizanin Malîkî hîn jî xwedî planan e ji bo têkbirina destkeftiyên Kurdistanê) tevdigeriya. Li gor pêşniyarên! Îranê tevdigeriyan. Heta bi partiyên din re bûn yek û balyozê Îranê anîn parlamentoya Kurdistanê li dijî berjewendiyên Kurdistanê.Dema em hemû pratîkên Newşîrwan Mistefa yên di taliya emrê wî de binirxînin, em nikarîn wekî miroveke xizmetkarê Kurdistanê wî bi bîr bînin. Ji ber ku ew ne terciha wî bû û bîranîna wî ya bi vî rengî bêrêzî ye ji bo wî û terciha wî.Ez nêrîna xwe ya li ser vê rewşê eşkere bikim, kî dibe bila bibe ger ne di xizmeta Kurdistanê de be û ne dilxwazê Kurdistanê be ez bi tunebûna wî xemgîn nabim. Ger ew kes li dijî Kurdistanê be wê xemgîniyeke min tenê hebe; ew jî ew e ku divê hemû kesên li dijî Kurdistanê xebitîbin bêyî ku hesabê nedin nemirin.Ez ji ber koç kirina Newşîrwan Mistefa xemgîn im. *Ev nivîs ji malpera Çager ya facebookê hatiye veguheztin. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: