Her çiqas kurd lîsteya yekemîn in lê walî kesek ereb dibe
Her çiqas di hilbijartinên civata wîlaeya Mûsilê de lîsteya Biratî û pêkvejiyan, lîsteya Kurdistan, piraniya dengan bidestxistin û 11 kursiyên civatê bidestveanîn, lê waliyê Mûsilê her kesek ereb dibe û kurd jî dê serokê civata wîlayetê webigirin.
Endamekê civata wîlayeta Mûsilê di daxuyaniyekê de ji rojnameya Heyat re eşereke kir ku peymaneke pêşwext di navbera lîsteya Mutehîdun (lîsteya Osame Nûcêfî serokê parlamnetoya Îraqê) û lîsteya Biratî û pêjvejiyanê de heye ku, postên wîlayetê li ser xwe parve bikin.
Salim Ereb di daxuyaniya xwe de diblje ku, li gor wê peymana her du lîsteyan li ser lihevkirî, dê postê walî bo lîsteya Mutehîdun be û dê her waliyê nuha Esîl Nûcêfî li cîyê xwe bimîne, serokê civta wîlayetê û herwesa cîgirê yekem yê waliyê Mûsilê dê ji bo kurdan be.
Ji aliyê xwe ve Derman Xetarî endamê civata wîlayetê ser bi lîsteya Kurdab ve dibêje ku, helwestê lîsteya Mutehîdûn û lîsteya Biratî û pêkvejiyanê li hev nêzîk in û waliyê nuha Esîl Nûcêfî di helwestên xwe yên li hember herêma Kurdistanê gelek bi erênî hatiye guhertin û têkeliyên baş hene.
Weke tê zanîn di hilbijartinên roja 20.06.2013ê de li ser ser asta wîleya Mûsilê lîsteya kurdan 11 kursî û lîsteya Mutehîdun jî 8 kursî bidest xistibûn.