Polîtîk
CHP raporeke nû ya Kurd amadekir

Sezgin Tanrikulu Cîgirê Serokê Giştî yê CHP bi serdêriya “Pêşniyarên Çareserkirina Pirsa Kurd” rapora Kurd ya bi 38 xalî li ser hemû endamên mekteba siyasî belav kir.
Li nava wê Raporê, hinek xalên pêşniyarên ji bo çareserkirina pirsa Kurd wiha bûn:
* Benda hilbijartinê bila ji sedî 10 dakeve sedî 3
* Bila rê bête vekirin ku partiyên siyasî ji bilî zimanê Tirkî zimanên din jî bikarbînin.
* Erd û zeviyên bi mînkirî(mayin) yên li sîronêrên Iraq û Suriye li ser gundiyên bê zevî belavbikin.
* Rêyekî vekin ku Qorucu an ku cerdewanan veguhezin li ser hinek karên din.
* Bila navê wan cîh û waran bête guhertin ku ji berê de êş û dijwariyê tîne bîra gel.