Polîtîk

Barzanî diçe Bexdayê

Serokê Kurdistanê Mesûd Baranî dê diheftiya bê de digel hijmareke berpirsên herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û digel serowezîrê Îraqê Nurî Malikî û berprisên din yên îraqê re bicive.

 Serokê Kurdistanê di civîna xwe ya duhî digel aliyên siyasiyên Kurdistanê gotibû ku, ew dê dê van rojan de serdana Bexdayê bike û digel berprisên Îraqê pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê behis bike.

 Berî heyamekî Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê digel kabîneya hikûmeta xwe serdana Hewlêrê kiribû û civîna civata wezîrên Îraqê li Hewlêrê zas kiribû, her di vê serdana xwe de Nurî Malikî digel serokê Kurdistanê û serokê hikûmeta Kurdistanê û berpridên din yên Kurdistanê civya bû û çend komîteyek ji bona çareserkirina pirsên hilawîstiyên anvbera her du aliyan de pêkanî bûn. Ev serdana serok Barzanî bo Bexdayê bersiva serdana Malikî ye bo Hewlêrê û herwesa aktîvkirina karûbarên komîteyan in.

Hindek çavkanî didin xuyakirin ku, serok Barzanî dê li Bexdayê, ji bilî pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa siaysiya Îraqê bigiştî û postê serokomariyê jî digel berprisên îraqî behis bike.

 

 

Back to top button