Nivîsar

Her bijî ji malbata Barzaniyê nemir e !

 

Gelek li ser xêrê be kek Nêçîrvan. Te rêça bav û kala meşand, her bijî.

Ew Barzanîyê nemir ku ji wan soz û biryarê xwe nehate xwar.  Mistafa Barzanî, ji Kurda re rikin danî û tovê fêris û pêlewana berda nava Kurd û Kurdîstan, ew Mesût û ew Nêçîrvan,Mesrûr û çend agîtê din li nik wan.

Ev jî rojek ji rojê Mîlladî  ji bonî Kurd û Kurdîstan bibê azadî. Bi xêr û xêrxwazîya gelê Kurd û bi mîletperwerî û netewparêzîya Malbata Barzanî û jîr û jêhatin û zanebûna Nêçîrvan Barzanî, bi wan hêvîyên ku gelek di serhevde bûne kirîş. Em gelek kêfxweşin û rûgeşin ku Nêçîrvan bû serokê Kurd û Kurdîstan.

Gelê Kurd hem bi kelecane û hem jî bi kêf û serhildane. Gelê Kurd gelek bi hêvîne û li Nêçîrvan Barzanî bawer dibin ku daxwaza gelê Kurd netewî û pirsgirêkê Kurdîstanê bicî bikê. Em wê hêzê û wî cahwerî di Nêçîrvande dibînin ku bi wê zanebûn û bi wan soz peywan û axaftênê xweş wekî kevrê necirandî ku cîyê xwe digrê, ew û gelê Kurd wê bi serkevin.

Cegerxwîn :  “Şûr û qelem digel hev, lê şûr her  wextî ne rewace, lê qelem her wext û her zamanî li her cî û her warî tûje dijware bi hêze. Îro roj roja ku Kurd qelema xwe bi yekîtîya Kurd û Kurdîstan bişuxlên in!  Ku daxwaz û armancê xwe bi cî bikin. Divê her wextî Kurd jîr û jêhatî şîyar bin. Neku bi dûv pere û dirava debin. Ku netew nebê tu xêr û tu tahma wan dirav û wan dolaran jî tune.

Bela Kurdê Başûr mîjîyê xwe bidin hev û bifikirin ew dahşik ê ku Mele Mutafa Barzanî ji wan re digot, ev dahşin pişti du salê din wê bibin ker, ew dahşik dîsa bûne ew dahşikê berê!  Gelî xortê Kurd nebin dahşik bibin welat parêz, bibin xwedî edeb û rêz, nebin tajîyê Ereban û Farisan lawo. Xwilamtiya xwe û gelê xwe bikin, ji we re şerefe namuse.

Xelkê jî wisa ne bi rihetî û palvedayî netew çêkirin xelkê jî berdelê giran dane, lê ji dûv daw û doza xwe ne vegeran e heta ku bi serketin e. Em jî ji riya rast û doza xwe navegerin ku çi dibê bela bibê.  Madem ku em xwedyê heqin û em di cî û warê xwe de ne  çima bi tirsim û çima birevim?  Bela werê azadî ku nehat azadî bela werê mirin lê mirinek bi rêz û serfirazî, ne mirinek bi rezîltî wekî wayê ku Kerkûk firotin, wan welat firoş!

DEWLETEKE  KURDΠ NAXWAZÊ!

Heger ku em rastiyê qebûl bikin emê ji hevdû fêm bikin, wê rê û rêbiwar serrast bibin. Lê ku em rastiyê qebûl nekin em ji hev du fêm nakin û îş digerbilê û ne dîyare.  Xeberekî bav û kalan heye dibêjin, serê sed newalî newaleke û serê sed xeberî xebereke. Ezê nihaka wateya vê peyvê ji we re şîrove bikim.

Du feqe hebûn hevalê hev bûn yekî ji wan feqa berê xwe da  rêke ber fereh û gund bi gund gerîya çiqas heywana ku dît pirsî ma navê vê heywanê çîye?  “Ev heywan hêka dikê an çêlîyan dikê,  jêre gotin û wî jî tomar kir. Hem şêwe û rengê wan heywana tevan nivîsîn, ev hêka dikê û ev çêlîya dikê, heta ku sala wî qedîya xebata xwe kir defterek bi pênusû lênus dagirt.

Feqe berê xwe da mal û bi kêf wî ku min evqas xizmet kir, hevqas berhav tomar kirin,ev xebateke gelek mezine.  Hate malê ewê hevalê wî jê pirs kir bira tu bi kûde çûbû te xwîya nedkir.  Ewî got:  “Birayê delal ev sala min qedîya ez dixebitim li dinyayê”   “Ê bira te çi xebat kir te çi fêde bi dest xist?  Ewî : got Bira min zanyarîne gelek mezin bi dest xistine. “Bira ka bêje ev çine ewî lênûsa xwe vekir û wêneyê wan ejalan tevan şanî kirin.

Got: bira min evana temam nivîsîne a ku hêka dikê û a ku çêlîya dikê min navê wan nivîsîye tomar kirine. Ê din got: Nihaka  sala te qedîya û tu dipirsê û dînivîsê eve xebata te? Got: Belê evê ma ev hindike”  Feqhê din got: A nihaka vê xebata te salekê ez karin di deh cirka de hal bikim!  Ê din got ma tu welîyî tu Peyxemberî tu malaîketî tuwê çawa di deh sanîya de hal bikê?  E wî got:  “E ku guhê wan hene çêlîyan dikin û ê ku guhê wan tune ne hêka dikin! Ev amin hal kir û îş qedîya.

Abdullah ocalan û Apocîyê wî  dewleteke Kurdî dixwazin naxazin? Mixabin naxawan. Dibêjin : “ Em dewleteke Kurdî Û ala Kurdî naxazin û nexşîyeke Kurdî naxawazin û em ji Tirka û Ereban û Farisan naveqetin û emrê wan li ser serê me û bavê me!  Lê Barzanî çi dibêjê?  Barzanî her wextî her sietê dibêjê: “Ez dewleteke Kurdî misteqil dixwazim.  “Ma çî min kêmî Eceman û Ereban û Tirkan’e  tişkî min kêmî we tune heta ku em ji wen re koletîyê bikin, em koletîya kesekî qebûl nakin.

10.6.2019

Dilciwan  Helbest

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button