Henarek
HENAREK kîtêba çîrokan a nu di zimana zazakîde ji nav weşanên Apecê da derket. Suphi Aydin HENAREKÊDA sî çîroka zazakî ,nav gelê meyê dora Bingol u Xarpetê tên gotin,anîyê bahev.Bi wî kîtêba çîrokan a zazakî ,nivîskar mîna nivîskaren kurd dijî asîmîlasyon û xedexeyan sedsalan ser zimana kurdî gavek hêja avitî. Bi wî kîtêba xwe va Suphi hela edebiyeta meya henzar salanê ku dewkî da bo wergerandina niviskide vazifekî heja anî cî.Êdi bi çapkirina HENAREK sî çirokên me ji windabunê bo herdem xelas bun.
HENAREK bi çirokan gelê meyê ji Xarpêt u Bingolê amade buye.Û loma jî bi zazakî wî heremê hatîye nivîsandîn . Çer tê gotin,tê şîrovekirin ,wer ji hatine nivîsandin.Kîtêb pir wekirî u rehet hatîye nivîsandin.Kurdê meyê ,zazakî qise dikin û dinîvîsînîn, bi dilxweşî wê kitêba çîrokan bixwînîn û fehm bikin.Qas çend meh heneku kitêb çap buye,ali kurde Xarpêt u Bingolê ve pir ji alaqayê mezin va te girtin u tev zarokên xwe we dixwînîn.
Em dikanin rastî bêjin.Mîna berê bîst ,yan ji sî sal berê mala me kurdanda çirokên meyên zazakî nayen gotin.Zarokên me bi çirokên me va neyên xewketin.Ber bi televizyonên tirkan yan jî bi lîstokên înternetan da xewa diçin.Loma jî vazîfekî mezine ku bo me ,em edebiyeta xwe a dewkî û nivîsandin jiyana xweda u jiyana zariokên xweda xurtir bikin û ji xwedi derkevin û domînant bikin.UNESCO ji wextekî berê da xuyakirin ku zimana zazakî ,ji dinyê ji nav ew zimananda ye ,ew ku ber windabunenê.Wê tespîta UNESCO ji kurden zaza ra ,niviskar u hunermendên mera vazîfê wan dide ber çavan.
Zarava zazakî ji hêla xwendin û nivîsandinda pir pêşneketîya.Loma ji heremên kurden zazakîde hêla qisekirin û nivisandinda kêm ji bin, ferq hene.HENERAK loma ji wî niqtêda pir wekirî,net û gora qelqê me ,çer dewki gotiye,aha ji hatiye nivîsandin.Ji nav xwendin û nivîsandinda ferq natiye peyda kirin.Da ku kitêb hêla insanên me ve ji rehet bê xwendin û bê fehm kirin.Bi coş û dilxweşî ji zimana dayik da sî çîrokên me tên xwendin.HENAREK ji mîna pir pirtukên zazakî hela perwerdebuna zimana zazakîde pir rolek mezin dîgre.Yek kurdek HENAREK xwendiye aha dibêje;’Ez tev zarokên xwe pir car zimana dayik zazakîde vê çîrokên hela Bingolê bi heyecan û dilxweşî dixwînim.Ez xwe wer hîsdikim ku,qay ez hanika quran dixwinim.’! Zimanê dayik çend şîrin u tesîrê xwe ser însanên me hene vê qisêda tê xuyakirin.Bê zimanê dayik mezin kirina zarokanda çend xirabî û paşketin bo kurdan hatîye kirin,zanyarî hatê îspatkirin.Zimanê xerîbda perwerde bunê u mezin bunê her hêlêda pêşketina kurdanda çetînayî û asteng ên mezin daxîstine .
Mina qelqên dinyê çîrokên me ji jiyana kurdan ve tên motîve kirin.Çîrokên mede kultur,edebiyeta me ne.Piranî ji bo zarokên me hejaye..Jiyane da zor,çetinayî,tehdayi,zilm û zordestîyê tê ber çavan.Yanî dijî zordarîyê,fîtnetîye,qapandinê û mobbîngê , biratî.însanîtî.başî û tekoşîn tê çekirin.Û dawîde ji qehreman,tiştekî baş,hezkirin û fikrên posîtîv ser dikevin..Çîrokên me bo zarokên kurd dijî tariyê ronahî ,dijî qirabîyê başî,dijî zilmê û fîtnetîyê qehremanî û çawwekiriyê tê nişandin.
Kitêba HENAREK ji çîrokên herêma Xarpêt û Bingolê tê amede kirin.Pir caran meselê bajar yan ji devletên derva ji tên gotin.Lê meselê hêla Cizira Botan(Memê Alan û Zinê Zedon), yan ji mina Bexdad(Di erdmendê Bexdad), Derweşê Evdî Temon û Iskon Paşay Millon,Siyabend û Xecê û .hw.d.Çiroka Mem û zînê ji zimana zazakî ji tê gotin.Siyabend û Xecê ji wiloye.Em dibinîn ku,tarîqa meselên gutubej kirinêda kurden zaza ji çîrok û meseleyên kurd ya bi nav u deng mina Mem û Zin ,Siyabend û Xecê meşqul bunê u zarokên xwera gotinê.Xwendewan wan rastiyan ji kitêba HENAREK de dikanê bixwine.
Çîrokên HENAREK da mina gişt çîrokan tebîatê ji heyvan û nebat ji tên ziman.Meselê u jiyanê însanande rolek mezin digrin ,dibin heval,arikar û rêzan.Mina ku olê îslamîde tê gotin,cenetêda hemu heyvan û nebat têne ziman,çîrokên meda ji têne ziman.
Loma ji gerege ku em tev zarokên xwe edebiyat u kulturê xwe xwedi derkevin.Çîrokên meyê nivîskirî ji tev gulîlkên kurd bixwinin.Tariqa me û nasnamê me û pêşketina me kultur û zimana meda veşartîye.
Haspi Aydin
Kes ku dixwazin HHENAREK Bixwinê û bide xwendin dikani têkîlî tev min Heyo çêke;
Email: [email protected]
Tel: 01724601114
Niviskarê Kîtêba Çirokanê zazakî Suphi Aydin Pêşgotina HENAREK de aha armanca wan çirokan nivisandiye;