Polîtîk

Hemû teksta axavtina Nêçîrvan Barzanî di merasima sûndxwarnê de

 

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birêz serokê parlamentoya Kurdistanê

Birêz cîgirê serokê herêma Kurdistanê

Birêzan endamên parlamentoya Kurdistanê

Amadebûyên birêz

Em kêfxweş û serferaz in ku îro li pêşiya parlamnetoya Kurdistanê kabîneya heftem a hikûmeta herêma Kurdistanê radigihînin.

Birêzan

Ev berpirsyariyeke mezine daye me, bi hevkarî digel birayê xwe yê birêz kak Îmad Ehmed û tevaya hevkarên xwe di kabîneyê de, ji bona ku em di sewyeya wê berpirsyariyê de bin, em dê hemû şiyanên xwe bakr bînin. Gelê Kurdistanê çavkaniya şerîyeta hikûmeta herêma Kurdistanê ye û em rûmetdarin ku îro, ji bona bexşîna wê şerîyetê, li pêşiya parlamentoya Kurdistanê ku, nûneratiya gelê Kurdistanê dike, em amde dibin.

 

Rewşa herêma Kurdistanê di warê siyasî, abûrî û civakî de gelek pêşketiye. Tevî vê jî asteng û kêmasî mane, lê ji bonna cîbicîkirina wan sozên me bi hevwelatiyên xwe yên birêz dane, karwanê me berdewam e.

Rêz û sopasiyên xwe pêşkeşî biryaê birêz kak Dr. Berhem Salih serokwezîrê kabîneya şeşem û birayê birêz kak Azad Berwarî cîgirê serokwezîr dikin ku, bi xebat û tekoşîna tevaya endamên kabîneya xwe şiyan karên giring di demeke kêm de encam bidin û ew kar jî cîyê teqdîra me û gelê Kurdiatnê ye.

Her li vêr jî, em rêz û wefadariya xwer ji bo tevaya şehîdên rêya azadî û serfiraziya gelê Kurdistanê dubare dikin, silava bo canê wan yê pak dinêrîn, em sozê didin ku li ser karwanê xebata avadankirin û xweşkirina jiyanê ji bona serfiraziya gelê me, berdewam bin.  Bêy xebat û fedekariya wan, em îro li vir bi vî awayî nedicivyan.

Îro em bi îradeyeke mokim hatine pêş parlamentoya Kurdistanê, bernameya me ji aliyekî dirêjepêdana karnameya kabîneya pêncem û karên kabîneya şeşem in, ji aliyekî din jî, li berçavgirtina guhertinên siyasî, civakî  û abûrî yên van çan salên dawiyê, karnameya kabîneya me xwedî bernameyekî giştgîr e bi stratejîyek nû ku, di dema bê de dê em dê ragihînîn û bi razîbûna parlamentoyê têxîn di warê piraktêkê de.

Guhertinên Rojhilata Navîn û bakurl Efîqayê detpêka çespandian sîstema demokrasî û edaletêye di wam welatan de, herêma Kurdistanê pêşwaziyê li her guhertinekê dike ku di xizmeta demokrasî, azadî û parastina mafê mirovî de be. 21 sal beriya nuha bihara Kurdistanê dest pê kir û xelkê herêma Kurdistanê bi piştevaniya hêz û aliyên siyasiyên meydana xebatê, bêy alîkarî û piştgiriyeke wisa a welatên derve,  serî hilda û karî dawiyê bi desthilata tirstirîn  diktatorê wê serdemê bînin û hukmê yasa, demokrasî, serbestî û azadiyê hilbijêrin.

Her wê salê birêz Mesûd Barzanî daxwaz kir ku bi rêya sindoqên dengdanê hilbijartin bên kirin û piroseya demokrasiya herêma Kurdistanê cîyê xwe girt. Desthilata îro ya herêma Kurdistanê xwediya piraniyê ye û şerîyet ji milet wergirtiye.Di vî warî de rola birêz mam Celal di guhertina desthilata şoreşgerî bo desthilateke medenî  pêngaveke û di dîroka pirosesa demokrasiya Kurdistanê de nayê jibîr kirin.

 

Bûyer gelek bilez derbas dibin. Giringe em bi hişiyarî miamileyeê bi wan bûyeran re bikin û tecrûbeya herêma Kurdistanê zêdetir ber bi pêşve bibin. Karnameya me ya siyasî divê girêdayî berjewendiyên bala yên gelê Kurdistanê be, ne girêdayî berjewendiyên şexis yan partî û aliyên siyasî be.

Em bi pêdivî dizanin bi awayekî zanistî rewşa herêma Kurdistanê binirxînin û bizanin em di çi qonaxekê de ne, îro em di qonaxeke giring û werçrxaneke dîrokî de ne. Gelê Kurdistanê di tu wext û serdeman de, weke nuha bi vê bilindahiyê, hêvî û umêd bi pêşerojê nebûye.  Di heman demê de jî hêşta gelek rûbirûbûn li pêşiya mene. Yekrîziya navbera me û yekgirtina gotara siyasî li ser meseleyên netewî şertê serke yê serkeftina meye.

Peywendiyên me yên siyasî di qonaxa xebata çekdarî de, ji bona misogerkirina azadiyê di vî welatî de, alîkar bûn. Îro wan peywendiyan, ji bona xweguncandin digel pirosesa siyasî a serdem, pêwîstî bi nirxandin û nûkirinê heye.

Pirosesa xweguncandinê ne karekî hêsane û bê êş jî nabe. Jiber hindê divê fêdey ji hêza xwe ya berê werbigirîn. 

Organîzekirina navmala xwe,  diruskirina kodengiyê li ser pirsên netewî û çarenivîsaz û berhingarbûna xeterên li ser welêt ji karên me yên pêşîne dibin.

Di vî warî jî de em dê hewil din ku, em weke hikûmet, niqteya lihevkomkirina aliyên siyasyên Kurdistanê, bi opozisyonê re,  bin. Weke hikûmeta gelê Kurdistanê tevbigerin.

 

Ji sala 2003ê were em di piroseseke sertaseî dane ku, êdî em bixwe rojane hest pê nakin, ew jî pirosesa nûkirina hêviyan bi biryara me a siyasî ye. Di vê pirosesê de me gelek biryarên biwêr dan ku, heta dostên mej î wisa hizir dikir ku, tu carî ew yek ji destê me nayê.

Weke piraniya gelên bindest û mafxwarî, em jî gihiştbûn wê baweriyê ku serketinê bidest naxîn. Tirsa serneketinê rêgira serke bû di xewna me a ji bo gehiştin bi pêşerojeke geş û jiyaneke bextewer de.

Tev karên ku beriya nuha nehatibinekirin ji tirsa serneketinê bûye. Di wê pirosesê de me dikevine ber îmtîhanekê. Ew îmtêhan beşek necudakirye ji bo gehiştin bi armancên mezin. Ev pirosese hêşta berdewam e. Dema me tirsa neserketinê ji hizir û reftarên xwe pakij kir, deriyê gelek tiştna li pêşiya me vebû û êdî em netirsyayîn ji hindê ku rastî şikestinan bîn.

Ji destbikarkirina yekem hikûmeta herêma Kurdistanê di sala 1992ê de, bi taybetî piştî sala 2006ê, me xwestiye hemû karên hikûmetê û jiyana hevwelatiyan pêşbixin. Em hemû li benda karên baştir û lezgîntir bûn. Ji bo wê armancê divyabû me bawerî bi du prensîpan hebaye: Yekem: Em dikarin karên mistehîl bikin. Duyem: Tirsa serneketinê red bikîn. Di pêşerojê de jî divê me bawerî bi van her du prensîpna hebe.

Di tevaya şoreş û serhildanên Kurdistanê de, her ji serokatiyê heta pêşmegeyekî ciwan, her hemûyan bawerî bi wê yekê hebû ku dê serkeftinê bidest bixin. Her çiqas şertên serkeftinê ne minasib jî bûn, tu carî tirs mêvanê wan nebû, baweiya wan wisa bû ku dikarin bigihîjin armancaên mistehîl jî. Ew fedekarî û xwebexşîn bê tirs bûn. Wan baweriyeke timam bi xewin û îmkanên xwe hebû.

Mixabin, hindek caran guman û tirsê dirst dikin. Diwazin wê tirs û gumanê bikin beşek ji hizir û refarên hevwelatiyan. Dixwazin dîtinekê dirust bikin ku, kesekî din heye, kesekê jîrtir, xwedî îmkantir, xwedî çavkaniyên baştir ji hevwelatiyên vî welatî ku, dikare pirsgirêkên me, weke sihrbazek, di çavniqandinekê de çareser bike, mixabin. Ji bilî me, kesekî din tune ku, bikare giriftariyên me çareser bike.

Piştî jinavçûna rijêma Sedam sala 2003ê, me birayreke minasib da ku, beşdariyê di avakirina Îraqeke demokratîk û federal de bikin ku, tê de maf û azadiyên me di rêya destûrê re parastî bin.  Lê îro gelek hokar li pêşiya me hene ku, em ji xwe bipirsin; gelo ev sîstem dikare li ser parastina berjewendiyên me berdewam be yan na? Mixabin, Îraq hêşta li jêr gefên neîstîqrara siyasî de ye.

Weke herêm, heta nuha gelek pirsên me yên giring digel hikûmeta federal bê bersiv mane. Li vir divê em îsrarê li ser wê yekê bikin ku, hikûmeta federal bi şefafî bersiva dawazên gelê Kurdistanê bide û bersivdana wan jî,  li gor destûra Îraqê, wezîfeyeke wan a destûrî û yasayî ye. Giringtirîn pirs; pirsa cîbicîkirina madeya 140ê, pirsa budceyê, pirsa pêşmerge, qanûna neft û gazê û hevbeşiya rasteqîne di desthilatê de ye. Em dê li ser cibicîkirina tev wan daxwazên adil, li gor destûr û qanûnê û li gor mekanîzmeke minasib digel Bexdayê berdewam bin.

Çewaniya miamelekirina me bi Bexdayê re pirseke netewî ye û divê şareza û siyasetmedarên herêma Kurdistanê bi giringî ve teamilê pê re bikin.  Herwesa em dê ji bona avakirina eniyeke yekgirtî ku, danûstandina bi hikûmeta federal re, bixebitin. Nuha mekanîzmeke wisa ji bo wê yekhelwestî û kodengiyê li holê nîne. Ev qonxa ji me dixwaze,  ji bona pêkanîma civateke bala ku, danûstandinên bi Bexdayê re, bi lezgînî gavan pavêjin. Wezîfeya ser milê hemû patiyên siyasî yên Kurdistanê ye, hikûmet û opozisyon, ji bona dirustkirina yekhelwestyê bi armanca destpêkirina danûstnadina digel hikûemta federal li ser pirsên çarenivîsaz, beşdariyê di vê civatê de bikin. Ev yek girêdayî hemû xelkê Kurdistanê ye û berprisiyariyeke dîrokî ye. Me weke hikûmeta herêma Kurdistanê biryar daye bi mekanîzmeke cidî, hevbeş û bernamedar kar bikin û ji bo vê armancê jî em dê rêxweşker û hevkar bin.

 Em dê ji bona ku êdî hevwelatiyên deverên veqtandî di nav jinaneke bitrs û dilgiraniyeke bedewam de nejîn, bixebitin. Em di wê baweriyê de ne ku, eger li gor destûrê ew pirs bê çareserkirin tevaya wan deveran dê vegerin bo ser herêma Kurdistanê. Di vî warî jî de pêwîste hevahengî di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û kutelya wezarî û parlameterên ser bi hemû aliyên siyasî   ve yên li Bexdayê hebe, em vêna bi pêwîstiyeke giring dibînin û em dê karî li ser bikin. Hikûmeta federal ew sozên bi hevwelatiyên Îraqê bi giştî û yên herêma Kurdistanê û seroktatiya siyasîya Kurdistanê bi taybetî dabûn, heta nuha bi cî neanîne.

Herêma Kurdistanê pêwendiyên baş digel welatên cîran û herêmî hene û em dê li ser pêşxistina wan peywendiyan li ser esasê rêzgirtina duterefî û berjewendiyên hevbeş berdewam bin. Peywendiyên me digel welatên erebî û cîhanî bi awayekî ber bi çav pêşketine. Gelek welatan ji bo pêşxistina peywendiyan bi herêma Kurdistanê re amadeyîya xwe nîşan daye. Em dê di van xebatên xwe de, ji bona avakirina peywendiyên dostane bi hemû welatên cîhanê re,  berdewam bin.

Destûr giringtirîn girêbesta siyasî û civakî ya hemû gel û welatan e, gişt rêzê li destûrê digirin. Di du salên borî de gelek behis û axavtin li ser destûra herêma Kurdistanê hatine kirin, ka gelo pêşeroja herêma Kurdistanê, pêkhate û pêgeha destûra me çewa dibe? Gelek made, bend û pirsên baş di pirojeyê destûrê de hene ku, parlamentoya Kurdistanê di dewreya xwe ya borî de pesind kiriye, lê em di wê baweriyê dene ku divê hewil bê dayîn pirojeya destûrê bi beşdarî û hevahengiya hemû partiyên siyasî, pêkhateyên civakî û metewî û olî, bi beşdariya şareza û qanûnzan di ber çavan re bê derbas kirin, daku ji bo pêşeroja sîstema welêt destûrek ku gelê Kurdistan li ser kok be, amade bikîn. Jiber ku ev dê yekem destûra Kurdistnê be bi azadî di referendumekê deng jê re bê dan. Pêwîste dema peyrewkirina domdirêj li be çavan bê girtin.

Em dê hewil bidin ku bi zûtirîn dem  tevaya saziyên hikûmetê reorganîze bikin  û li sertaserî Kurdistanê  hikûmet hikûmeta hemû şexsên  nava civakê be.

Piştî 20 salan em dibînin hêşta desthilat di lutkeya hikûtê de ye û li gor felsefeya yasayên me berê danabûn, ev yek encamekî neçaverêkirîbû. Em di wê baweriyê de ne ku, ev merkezîbûne li hemû haletande ne erênî ye û gelek caran dibe sedemê wê yekê ku dinavbera hikûmet û hevwelatiyan de valahiyek dirust bibe. Yekem karê me dê ew be ku, em pilankê ji bona guhestin û dabeşkirina hindek ji desthiltan û budceyeke zêdetir bo civatên wîlayetan, qezayan û nahiyan dabîn bikin. Hîngê hevwelatî dikarin digel hikûmetê beşdar bin û nêzîk bin. Divan rojan de, ji bo behiskirina vê pirsê, ez dê hewil dim digel serokên kutleyên nav parlamentoyê biciv im û di demek kêm de, ji bo guhastina desthilatên zêdetir bo wîlayetan û jêrtir, piorjeyekî pêşkeş bikîn. Nabe tu wîlayet hest bike ku hatiye piştguh xistin û bi vî awayî em dixwazin hikûmeta sertaserî biçespînin.

Li Kurdistanê nuha pirsa gendeliyê pirseke giştî ye. Hikûmetê bi rêya saziyên taybetmend lêkolîn di vî warî de kiriye. Hikûmetê kar li ser pênase û awayê karkirinê li ser nehêlana gendeliyê kiriye. Ev pirosese berdewam dibe. Di vî warî de Kurdistan, bi îtîrafa saziyên navdewletî, ji deverên din yên Îraqê baştir e û ev jî cîyê kêfxweşiyê ye. Gendelî bi wî awayî nîne ku em nikarin berhingarî wê bibin. Diker bê çareserkirin û ev yek me teşwîq dike ku, em ji bo nehêlana gendeliyê zêdetir kar bikîn, ne piştguhxistina wê dusyeyê. Raste berhingarbûna gendeliyê bi yek pêngav dest pê dike, lê pişt re pêwîstî bi çend pêngavên din yên giring heye, weke: Îradeya siyasî, bernameyekî realîst, yekdengiya niştimanî, desthilateke edaletê ya bihêz û şareza, medyayeke çavdêrkar û çend yasa û biryarên pêwîst ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve. Bê guman ev pêngav ji bo nehêlan û binbirkirian diyardeya gendeliyê û xemsariyê dê bine hokarek û jî li ser avêtina van pêngavan bi îsrar in. Her ji vê niqteyê karên komîteya reforman a serokatiya herêma Kurdistanê ji bo dirustkirina nexşerêya berhingarbûna gendeliyê li ber çav in. 

Em bi dengê gel hukimdariya welêt dikin û ew sozên me bi hevwelatiyên xwe yên ezîz dane dê bê dudilî cîbicî bikin. Li hemû welat û herêman piştî şer û wêrankariyê komeke arîşe û girftariyan peyda dibin, lê divê mirov karkirinê jî bibîne û pêşketinan neveşêre daku, hêviyên bi pêşerojeke geştir neyên kuştin. Herêma Kurdistanê ber bi pêşerojeke geş pêngavan diavêje û ji bo nehêlana kêmasiyan îradeyeke bihêz heye. Em hewil didin ku, ji bo şopandina her pirseke girêdayî kêmasiyan û hestnekirin bi berpirsiyarîyê be, komîteyeke bêteref bê avakirin. Ew komîteye jî bi kiryar bi rêya qanûnê li pey pêngavan diçe.

Em cemawerê ezîzê Kurdistanê, li navxwe û derve, dilrehet dikin ku em dê ji bo misogerkirina pêşerojeke geş û ayndeyekî baştir bê westiyan bixebitin. Ev yek jî bi rêya hukimdariyeke baş, desthilateke şefaf û dadperwer dibe. Gelek giringe bawerî di navbera hikûmet û xelkî de zêdetir mokim bibe. Ew bawerî wê demê mokimtir dibe dema hikûmet karên xwe bi zelalî bike û ji bo lêpirsîn û lêkolînê amade be. Her karekê hikûmet bike divê bi jîrî û bi karîgerî encam bide. Hikûmet divê zêdetir giringiyê bi kar û xizmetgozariyan bide û alîkarî û piştgiriyê ji bo hejaran û wan malbatên nikarin jiyana xwe ya rojane misoger bikin, dabîn bikin.

Divê hemû alîyek wê rastiyê bizane ku parlamentoya Kurdistanê çavkaniya desthilata şerîy û giringtirîn saziya demokratîk e li herêma Kurdistanê.  Bêy liberçavgirtina aliyê siyasî, ji bo çavdêrîkirin û şopandina karên hikûmetê, berprisyariyeke pîroz li ser milên endamên parlametoyê ye.  Dê me peywendiyeke xurt digel parlamentoya Kurdistanê hebe û rexne û pêşniyarên wan dê bi sîngekeî berfireh wergirîn û ji bo bangkirin û lêpirsînê, em amadene li parlamentoyê amade bin. Weke serokwezîr, ez dê pabend bim bi karkirina bi parlamentoya Kurdistanê re û ji bona ku bernameya karkirina me berfiretirîn piştgirîyê bidest bîne, dê berdewam digel tevaya fraksyonên nav parlamentoya Kurdistanê bicivim.

Herêma Kurdistanê, weke hemû sîstemên demokratîk, pêwîstî bi partî û aliyên siyasî û dîtinê cihê heye, lê divê xetên cudaker di navbera partiyên siyasî û hikûmetê de bên diyar kirin û her aliyek bi wezîfe û berpirsiyariya xwe rabe. Em dê siyaseteke ron û eşkere ji bona cudakirina desthilata hizbî ji hikûmetê amade bikin. Li serdema kabîneya pêncem û herwesa di kabîneya şeşem de jî bi awayekî çirtir pêngavên giring di vî warî de avêtine. Nuha jî li ser timam kirina wan pêngavan em bi îsrar in.

Beşek cidî ji karê me dê tekîdkirin be li ser çespandina qanûnê. Bê guman ev yek jî her bi tenê bi gotinê nebe. Lê belê divê desthilata dadwerî û dozgerê giştî li herêma Kurdistanê wek desthilateke timam serbixwe karên xwe bikin. Mexseda me ji desthilata dedwerî û yên di vî warî de kar dikin divê bikevin ber çaksaziyê. Hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bo alîkarîkirina wê desthilatê û rêgirtin ji destêwerdanên di karûbarên yasayî de bi awayekî ku her kes li pêşberî yasayî yeksan be, rêxweş dike. Prensîpên edaleta civakî bi tenê bi çespandina qanûn û serweriya yasayî bi cî tên.  Nabe tu kes rê ji xwe re bide dest bixe nav karûbarên edaletê û dadgehan.  Em di wê baweriyê de ne ku, em weke hikûmet di vî warî de dê hemû karên yasayî bikin.

Piştî sala 2003ê Îraq rastî gelek kirîzên siyasî û emnî hatiye û neîstîqrariyê, ji bilî herêma Kurdistanê, hemû Îraqê girtiye.  Gelek xebatên pîs hatin kirin ku Kurdistan jî weke beşên din yên Îraqê bibe meydana şerê tayîfî û netewî, lê sipas ji bo hevdengî, yekdestî û rêkeftina startejîk a navbera hêzên siyasiyên Kurdistanê de hemû ew hewlidanên qirêj sernekeketin û di pêşerojê jî de ew dê sernekevin.  Ew aramî û emniyeta li herêma Kurdistanê li vê devera pir arîşe û milmilanê heye ne tiştekî sidfeye. Lê belê ji xebat û tekoşîna kurên me yên dilsoz e, ji pêşmerge, zêrevanî, polîs, asayîş, hêza amade û hêza dijeteror ye.  Ew kurên bi emek û wefadarên gelê me ne û hêjane em hemû hurmetê jê re bigirin. Em dê bixebtin ji bo ku bi temamî wan baştir bikin û wek saziyeke giring a niştimanî lê bê nêrîn. Hikûmeta herêma Kurdistanê hertim şanaziyê bi rewşa aram û biîstîqrar dike ku ji bo hevwelatiyên xwe misoger kriye.

Di atmosferekî pir lêbihurînî û rêzgirtin de, kabîneya me ji bo karkirinê,  dê çend biryarekên nû bide. Hindek ji wan wezîfeya hikûmetê ye divê encam bide , û hindek jî girêdayî şexis, grûp û rêxistinên medenî ye ku divê bi hevahengî digel hikûmetê karî li ser bikin. Em dizanin ji bona pêşkeşkirina xizmetozariyên baştir û karîgertir bo gelê me, berpirsyarî li ser milên  hikûmeta herêma  Kurdistanê ye, ew jî wezîfeyeke pîroza hikûmetê ye.

Di dema salên borî de me karî di gelek waran de pêşkeftinên ber bi çav bi dest bînin, lê ji sedema berfirehbûna bajaran bi lezgînî hêşta gelek kar li pêşiya me maye em bikin.  Bê guman saziyên hikûmtê rapor û nirxandinên xwe pêşkeş dikin, lê belê aliyekî din ku gelek ji me re giring e, dîtin û nirxandina hevwelatiyan e. Li her sê bajarên mezin Hewlêr, Silêmanî û Duhokê geşbûneke abûrî a mezin çêbûye, derfetên kar û pêşkeşkirina xizmetgozariya tê dîtin, lê mixabin, li hindek deverên Kurdistanê heta nuha jî hijmareke mezin a hevwelatiyan di astê pêwîst de najîn. Hikûmeta herêma Kurdistanê, weke saziyeke niştimanî, dixwaze hevwelatî bi rêya parlamento, meclisa wîlayetan û saziyên medenî û siyasî re beşdariyê di biryarên hikûmetê de bikin. Em dixwazin di xizmetkirinê de wekhevî hebe

Pispor û fermanberên nexweşxaneyan divê aktîvtir kar bikin û her nexweşek biçe ba wan divê bi her awayî giringiyê pê bidin. Divê hertim diktorên pispor û taybtmend li nexweşxaneyên acil hebin. Divê nexweşxane cîyê baweriya hevwelatiyan bin. Em dê hewil din ji bo înan, firotin û bazirganîkirin bi dermanên sexte sînorekî deynin û her kesek, her berpirsiyriyeke hebe bila hebe, eger destê wan di vê diyardeyê de hebe divê weke tawanekî mezin lêpirsîn digel bê kirin. Wezareta tendirustiyê û aliyên peywendîdarên din, em wan erkdar dikin ku, vê yekê bikin ji kaêrn xwe yên pêşîn.  Qanûna mafê bekarber ji bo çareserkirina vê arîşeyê  esas e. Hevdem hikûmeta herêma Kurdistanê dê li ser avakirina nexweşxaneyan û senterên saxlemiyê û pêgehandina pispor û şareza û diktorên jêhatî berdewam be. Wezareta saxlemiyê divê ji bo dabînkirina tendirustiyeke baş bo hevwelatiyan, ne bi tenê çareserkrina wan, kar bike.

Hevwelatî berdewam gazinda ji bilinbûna bêsînor a bihayê alavên serke li bazarî dikin. Hevwelatî gazindê ji wê yekê dikin ku bi berdewamî bihayê bazarî bilind dibe û eger bi vî awaî biçe weke berê hevwelatî nikarin pêdawîstiyên xwe yên jiyanê dabîn bikin. Bê guman divê ji bo vê pirsê çaresriyên minasib bên dîtin. Di demekê de em ji bo avakirina pêşeroja abûriya xwe hewil didin û piştgiriya sektora taybet dikin,  lê mixabin, bê tu sebeb em dibînin bihayê alavên serke û navmalî bilind dibin. Eger em bizanin bazar û bazirganan ew derfetên me ji wan re pêkanîne îstîxlal dikin, hîngê em ji bo rêgirtin li pêşiya wê diyardeyê pêngavên cidî pavêjin. Li vir ez dixwazim destxweşiyê li parlamnetoya Kurdistanê bikik ku du sal beriya uha (qanûna mafê bekarber) pesind kir, di vê em wê qanûnê û tevaya qanûnên ji parlamnetoya Kurdistanê derketine bixin warê piraktîkê de. Em dê digel wezareta pilandanên komîteyek taybet bi biha û curê mitay û çavdêrîkirina biha û mitayê tê nav Kurdistanê, bi awayekî ku bazirgan û hevwelatî bikarin fêdey ji siyaseta bazarê azad werbigirin û hevwelatî bikarin bi bihayekî minasib pêdawîstiyên xwe dabîn bikin, ava bikin.  

Em piştgiriya berdewambûna pirosesa pêşîne û qerzdanê bo hevwelatiyan, evca ew qeriz çi ji bo zewacê, avakirna xanî yan ji bo encamdana her pirojeyekî din be, dikin. Em dê digel wezareta darayî ji bo giringîdan bi teqawîdê li herêma Kurdistanê û rastevekirina wê û yekirina meaşan mekanîzmekê bibînin.

Gelek caran ew gileyî tê kirin ku hikûmet veşartî kar dike. Ji ber ku biryarên hikûmetê girêdayî hevwelatiyan, jiyan û jiyara hevwelatinan  û girêdayî îroj û pêşeroja Kuridtanê ne, ji nuha û pê de em dê hewil din pêngavên bi lez û rasetwxwe pavêjin daku, pirosesa biryardana hikûmetê zêdetir şefaf be û zaniyariyan belav bikin daku hevwelatî bi timamî haydarî kar û xebatên hikûmetê bibin. Hikûmet weke saziyeke niştimanî ku, berhemê pirosesa dangdana rastewxweya xelkî ye, hikûmetê tu tişt tune ku ji xelkî veşêre, ji ber vê yekê karekî gelek xerape ku grûpek yan aliyek hikûmetê weke dijmin bi xelkî bide naskirin. Çunkî ev yek dê bêbaweriyeke domdirêj û jiheveqetiyaneke xerap li ba hemû aliyan, civakê û welatê me çêke.

Em kar dikin ji bo ku hevwelatîbûn di hinavên her welatiyekî de geş bike û xweşewîstiya gel û berjewendiyên welêt li ba her şexsekî vî welatî cîyê şanaziyê bin.  Hevwelatî hêjayê wê yekê ne ku zêdetirîn derfetên minasib û yeksan ji bo ku di hikûmetê de kar bikin bên dabîn kirin. Biryara damezrandin di saziyên hikûmetê de divê li gor kêbirkê be û şefaf be. Em dixwazin partî û aliyên siyasî bi tu awayî destê xwe naxin nav karûbarên damezaradinê di hikûmetê de û em jî weke hikûmet bi kiryar dê li ser heman esas kar bikin. Divê damezrandin li ser esasê pêwîstiya daîreyan, nisbeya derçûnê û şihadeyan, lêhatî û li gor pirojeya budceya wê salê be. Di vî warî de kabîney aşeşem esasekî baş danaye û em jî dê li ser wî bingehî, yê ku kabîney şeşem daney, berdewam bin.

Em gazinda ji xwe dikin dema welatiyek hest bi bêhîvîtiyê dike. Ji bilî hikûmetê divê çendîn dezga û sazî yên din hebin dexwazên şexsên Kurdistanê di hemû waran de bişopandinin. Bê guman ev pêngave dê bibe hokarekî din ji bo binbirkirina diyardeya bêzarî, xemgînî, xwekuştin û xweşewitandinê.

Ji bona dabînkirina karebê û sotemeniyê gelek kar hatiye kirin, lê jiber ku herêma Kurdistanê di warê bînasazî û çirîya rûniştvanan de bi lezgînî geş dibe, pilan weke pêwîst nagihîjin armanca xwe. Lê em we dilrehet dikin ku di vî warî de hikûmet amadeye budceyeke baş berdet bike daku hevwelatî bi asudeyî bijîn.

Giringiyeke zêdetir bi parastina jîngehê û derametên xwezayî tê dayîn. Ji bo vê jî divê konseya jîngehê bê çalakirin daku jîngeha Kurdistanê di hemû waran de li ser astê standarda navdewletî be.

Armanca me ew ku Kurdistanê zêdetir vekirî be û çavkaniyên cihê yên abûrî hebin û giringiyê bi çavkaniyên dermatên xwezayî bide û dahatiyê wê jî di navbera hemû aliyan de wekehev bê dabeş kirin.

Di 5 salên borî de, Kurdistanê di warê geşepêdana derametên xwezayî, pîşesazî û enerjî de pêngavên mezin û ber bi çav avêtine. Ji bo pêşxistina samanên xwezayî, em desthilatên xwe û azadiyên xwe  di çarçoveyê destûra Îraqê de bikartînin. Divê ew saman di xizmeta pêşeroj û xweşjiyaniya gelê me de bin.

Her çiqas hêşta pirsa neftê digel hikûmeta Îraqê nehatiye yekalîkirin, lê baweriyeke timam bi siyaseta xwe ya rast heye ku em dikarin bibin aliyekî serke yê dabînkirina enerjiyê li herêmê û cîhanê jî. Dema wê yekê hatiye em hizira xwe di wê yekê de bikin ka çewa welatê me û hevwelatiyên herêma Kurdistanê fêdey ji dahatiyê neftê werbigirin. Em dê li ser siyaseta xwe a ji bo geşepêdana herêma Kurdistanê, bi beşdariya kompaniyên navxweyî û biyanî, berdewam bin. Bi van pêngavên xwe em dikarin Kurdistanê bikin nawçeyeke bazirganiya azad û derfetên karkirinê bo hevwelatiyan misoger bikin. Herwesa di warê akincîkiirnê jî de, parelel digel yasayan, em şîretên minasib derdikin daku malbatên kêmderamet jî fêdey ji pirojeyêm akincîkirinê werbigirin.  Ew pirojeyên li ser axa Kurdistanê tên encamdan divê hemû kategoriyên Kurdistanê fêdey jê bibînin û bi taybetî jî xelkê kêmderamet.

Weke em dizanin di cîhana hevçerix de tûrîzim yek ji çavkaniyên giring yê abûriya welatan e. Tûrîzim her weke pîşesazî û wek infrastruktura abûrî û heta weke berbipêşvebirina infrastuktura kultur a welatna tê dîtyin.  Jiber hindê  geşepêdana sektora tûrtîzmê li gor bernameyekî diyarkirî yek ji acindayên serke yên karê me ye. Wezîfeyeke din a me zêdetir giringîdan e bi pêşangehên navdewletî di warê çendayetî û çûnayetiyê ve, ev jî  bi armanca rakêşana bala kompaniyan û sermayedaran û hewildan bo bicîhanîkirina pêşangehên herêma Kurdistanê. Ev xebatên me dê bine sedemê dirustkirina bizava bazirganî û dabînkirina derfetên kar û rêxweşkirin bo karên hevbeş.

Dê mîlakê wezaretan di berçavan re bê derbas kirin, divê wezaret nirxandineke cidî bikin û êdî diyardeya bêkariya demamikdar nemîne. Bi vî awayî em dê bikaribin derfetê li pêşiya derçûyên nû, ciwan û xurtan, ji bo xizmetkirinê, xweş bikin.

Mixabin, heta nuha me nekariye emniyeta xurakê (qût, abûr) ji bo gelê xwe misoger bikin. Hikûmeta herêma Kurdistanê dê bi baweriyeke timam giringiyê bi zîndîkirina sektora zîraetê bide û dê bi hemû rêyan ji  bo dabînkirina amniyeta xurakê li herêma Kurdistanê bixebite, daku me bi nisbeyeke pêwîst berhemê xwemalî hebe û kêmtir pişta xwe bi berhemên derekî ve girê bidin û armancên xwe ji bo xwejyandin bi cî bînîn û berhemê xwemalî jî biparêzîn.

Em dê herêma Kurdistanê ji civakeke bekarber (mistehlik) bigeherin bo civakeke berhemîner, ev jî bi rêya pêşxistina sektora çandinê, pîşesazî û bazirganiyê bicî tê.  Bê guman vê yekê wext divê, lê divê bingehekî mokim hebe û kar jê re bê kirin. 

Em ber bi nûkirin û avakirina civakeke moderin pêngavan diavêjin, lê hind nemaye em hindeke ji buha, kultur û adet û rewştên xwe yên civakî yên bi qîmet û dîrokî ji det bidin. Her çiqas em teknolojiya nû  bikartînin jî, lê me nekariye weke pêwîst fêdey ji wê teknolojiyayê werbigirin, çunkî bûye sedemê gelek arîşeyên civakî. Ji bona ku lihevtêgihiştin zêdetir dirust bibe û em bikaribin dirêjiyê bi ferhenga pêkvejiyana bi aşitî bidin, divê em penayê bo diyaloga niştimanî bibin. Bi armanca binyatdanan û desteberkirina yekdengiyê li hemebr pêşeroja civaka me û parastina nirxên civakî, divê em hemû li ser pirsên civakî minaqeşeyê bikin.  Hikûmet hewil dide ku kelepûr û dîroka neteweya me û nirxên civaka Kurdistanê nebin qurbanê xerapbikaranîna teknoojiya serdem.

Zêdetir çespandina sîstema demokrasiyê û giringîdan bi binemayên mafê mirovî, mafê jinan, mafê zarokan û parastina wan ji şidetê û pêkanîna aqarekî xweş ji bo pêdana desthilatên zêdetir bi jinan, ji karên pêşîneyên hikûmetê dibin. Parastina tebayî, biratî û pêkvejiyanê û pabendbûn bi nirxên  civakî û kulturî û rêzgirtin li tevaya ol, netewe ji armancên me yên sereke ne.

Em gelek bi eşkereyî dibêjin ku piraniya gelê me misilman e û ola pîroza Îslamê jî yek ji nirxên bilindên gelê meye. Jiber hindê em rê nadin ku, li jêr azadiya heye sivkatî bi ola pîroza Îslamê bê kirin, herwesa em rê nadin ku ji bona armancên siyasî ol li dijî pirensîpên demokarasiyê bê bikaranîn. Bi a me ol hêza pêkvejiyanê bûye, ne dirustkera dijminatî û dubendiyê ye. Herwesa em rê nadin ku bi tu awayî sivkatî bi olên din yên li Kurdistanê bê kirin.

Kurd, tirkmen, ereb, kildan, aşûrî, ermen û siryan bi tev bîrûbaweriyên xwe yên olî û kulturî ve, li herêma Kurdistanê cîyê hevduqebûlkirinê bûne. Dîrok şahida yekgirtina navbera kurdên şebek, kakeyî, êzidî û feylîyan e û kurdayetiya me di ser hemû pênaseyên me re bû û dê bibe. Hikûmeta herêma Kurdistanê hurmetê ji hemû pêkhateyan re digire û dabînkirina azadî û hemû curên îmkanatan bi wezîfeya xwe û ji mafên adil yên wan pêkhateyan dizane. Hikûmeta herêma Kurdistanê hikûmeta tev wan pêkhateyên olî, netewî û civakî ye, û şanaziyê bi wan pêkhateyan dike.

Revenda kurdistanî li derve, xwîşk, bira, kesûkar û welatiyên me ne.  Eger heta nuha, di guhdarîkirina arîşe û giriftariyên wan de,  kêm-zêde  xemsarî hebe jî, lê ji nuha û pê de divê hikûmet di sewyeya daxwaz û xwestekên wan de be û divê ew jî di sewyeya pêdawîstiyên gel de bin û bi tecrûbe û şarezayîya xwe xizmeta Kurdistanê bikin. Îro ew dikarin sudekî mezin bi herêma Kurdistanê û gelê xwe bigehînin.

Ciwan saman û sermayeyê netwîyê gelê mene, zengînkirina bernameyan ji bona dabînkirina jiyaneke bextewer bo ciwanan yek ji xalên kabîneyên berê bû û di bernameya kabîneya heftem de dê dewlemendtir bibe. Divê em derfetên baş ji ciwanan re peyda bikin daku bikaribin hêvî û hezên xwe, yên ku miletê me şanaziyê pê dike, bi cî bînin, weke; sport û hunerê resenê Kurdistanê. Divê zêdetir giringî bi edîban, nivîskaran û dîroknivîsan bê dayîn û arşîva huner û kitêbxaneya Kurdistanê zegîntir bikin.

 Li herêma Kurdistanê, hikûmet ji parastina azadiya karê rojnamevaniyê û jiyana rojnamevanan, di çarçoveyê qanûnê de, pabend e. Di vî warî de em dixwazin û hewil didin herêma Kurdistanê navdengiya xwe baştir bike. Li vir jî pêwîstiya me bi xebat û tekoşîna rêxistinên navdewletî û civaka medenî heye.

Bi yasaya jimare 35ê a taybet bi karê rojnamegeriyê, sewyeya têgihiştina azadiya karê rojnamevaniyê li Kurdistanê bi awayekî qanûnî garentî kir. Di vê kabîneyê jî de dê her bi wî çavî li ragehandinê bê nêrîn ku, mediya di çavdêrîkirina karê hikûmetê, diyarkirina kêmasiyan, belvakirina zaniyariyan û şopandina rastiyan, alîkariya hikûmetê dike û ev yek jî hikûmetê ji hemû aliyan ve çalaktir dike.

Serbestiya rêxistinên pîşeyî, medenî û civakî mora sereke a sîstemên hukimdariyên modern e û ev di civakên demokratîk de bi zealalî tên dîtin. Ev rêxistin ku,  bi sektora sêyem tên nasîn, divê ji demên borî aktîvtir bibin. Divê rol û cîyê wan di guhertin û pêşkeftinên piralî de û di helwestên civakî de zêdetir hest bi wan  bê kirin. Bi taybetî di warê bilindkirina sewyeya hişiyarî û agadarkirina civakî de.

 

Ew tawanên derheq gelê Kurdistanê hatîne kirin ne kêmtirin ji wan tawanan yên ku, li ser astê civaka navdewletî bi jênosîda hatîna naskirin. Her çiqas ji bo bicîhanênasandina jênosîda dijî gelê Kurdistanê ji aliyê hikûmet û rêxistinan li navxwe û derve gelek kar hatiye kirin, lê nuha me bernameyên zêdetir li ber dest hene ku, bi alîkariya hemû aliyan, tawana enfal, kîmiyabaran û jênosîda dijî gelê Kurdistanê li nawendên biryarên navdewletî bi fermê bidîn nasandin. Herwesa bijênosîdnaskirina çend komkujiyên rijêma berê li dijî gelê Kurdistanê ji aliyê dadgeha taybet a dadgayîkirina serên rijêma jinavçûyî esasekî giring e bo xebatên meyên di vî warî de. Her di vê çarçoveyê de hewilên çend  partî û siyasetmedarên ewropî bi timamkerên karên xwe dizanîn û rola wan bilind dinirxînîn.

Em wezareta mafê mirovî a hikûmeta Îraqê ku ji bona berçavkirina wan komkujiyan bi awayekî zanistî, li gor wan standardên di diyarkirina belgeyên komkujiyan ji aliyê zanistî ve yên ku cîhan peyrew dike, hevakrî bi hikûmeta herêma Kurdistanê re nekir, rxene dikin. Hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze bi awayekî zanistî gorênbikom veke û rûfatên wan yên pîroz vegerîne Kurdistanê. Di vê wezîfeya netewî û niştimanî de divê parlamento, wezîr û kurdên beşdar di hikûmeta Îraqê de bi erkê ser milên xwe rabin û di cibicîkirina vî erkê niştimanî de hevkarên hikûmeta Îraqê bin.  Em dê bi hikûmeta Îraqê re bixebitin daku wezareta mafê mirovî a Îraqê bi cidî bi mere kar bike. Em dê zanîngeh û senterên akademîk ji bona ku, lêkolîna li ser komkujiya kurda amada bikin, alîkar bin. Di heman demê de divê hikûmeta herêma Kurdistanê zêdetirîn xizmetgozariya pêşkeş bike û jiyaneke hêja bo malbatên qurbaniyên wan tawanan dabîn bike.

Birêzan

Eşkereye tu serokwezî yan hikûmeta wî bi tenê nikare di çavniqandinekê de hemû arîşe û pirsgirîka çareser bike. Gelek ji wan arîşe û astengiyên em îro dibînin ji encamê bi berdewamî nûbûna civaka meye.

10 salan beriya nuha tirsa man û nemanê li ser hevwelatiyên Kurdistanê hebû. Nuha hevwelatiyên me behsa xizmetgozariyên zîdetir, nehêlana gendeliyê û çespandina edaletê dikin. Bi rastî ev yek cîyê dilxweşiyê ye û îşareteke eşkereye ku civaka me zîndîye û dixwaze ber bi pêş biçe û wisa dike ku hikûmet zêdetir giringiyê bi daxwaz û xwestekên wan bide. Her ev yek huikûmetê bihêz dike û civakê pêş dixe.

Weke her hikûmeteke demokratîk, xwestek û xwenên hevwelatiyên me palderê karûbarên me yên rojane dibin. Di heman demê de nabe li benda hindê bin ku, tevaya biryarên hikûmetê mora razîbûna hemû aliyan li ser be. Razîbûna piraniyê li parlamentoyê esasê karê demokratîk ê parlamentariyê ye. Diyaloga vekirî û azad li parlamentoyê nîşana pabendbûnê ye bi bingehên hukimdariyeke demokratîk û hikûmet vêna bi çaresrî dibîne. Rêkeftin li ser çaresriyên heveş bo gişt biryarekê di çarçoveyê yasayê de belgeyên rastewxe ne ku, hêzên siyasiyên hilbijartî berjewendiyên gelê Kurdistanê li ber çavan digirin. Karkirin ji bo bicîanîna xewnên gelê Kurdistanê, xweşjiyanî û jiyaneke azad, cîyê dilxweşiya meye. Em tu carî hesta kûr û dîrokî a berpirsiyarya xwe jibîr nakin.

 Em, bê guman in ku, derfetên baş li pêşiya mene. Lê nabe ne hikûmet, ne parlamento û ne hevwelatî wê rastiy jibîr bikin ku, divê em hemû bi hev re kar bikin. Eger her aliyek ji me li dijî yê din kar bike, dê ber bi rêyeke teng û pirosesekî biçin ku têde kes ji me ji xwe razî nabe û hertim dê tilya tawanê bo hev du durêj bikin.

Hêviya me ewe ku vê carê em bikarin bi hev re ji bona destpêkirina diyaloga şaristanî xebatên xwe bikîn yek. Raste hizir û bîrên cuda di navbera me de hene, lê ev yek tebiyetê kar û jiyanê ye. Em li ser pirsên niştimanî û çarenivîsaza kok in, em hemû dikarin ji bona diyalogeke cidî û diyarkirina pêşeroja xwe bi çalakî bi hev re kar bikin.

Yên ku dixwazin di pirosesa geşepêdana Kurdistanê de digel me hevkar bin, deriyên me ji bo hemû kes û aliyan vekirîne. Ez weke serokwezîr, ez û hemû kabîneya me sozê didin we ku berdewam digel hemû çîn û kategoriyên civakê, li gor derfetên karê rojane,  di nav têkeliyan de bin û guhdariya wan bikin.  Dûr ji helwest û dîtinên siyasî, em amadene destê hevkarî û biratiyê ji bo pêkanîna aqarekî heveş bo bihevrekarkirin û baştirkirina statuya Kurdistanê ûjiyana hevwelatyan dirêj bikin .

Careke din sipasiya hemû aliyan dikim, bi taybetê ez dixwazin sipasiya birayê birêz kak Dr. Berhem û hemû hevalên kabîneya şeşem bikim, bi navê xwe û hevkarên xwe di kabîneya heftem de sipasiya erk û xemxoriya hemû aliyan dikim. Çavê me li piştevaniya Xweda û gelê me ye.

Amadakirin: Nasrat Hacî

 

Back to top button