Polîtîk

Hemî efserên li gel Bitlîs kar kirîn hatin kuştin

Beşek ji dîroka tarî

 

Eşref Bitlîs general û serfermandarê Cendirmeyan bû. Bûyerek ya helîkopterê de jiyana xwe ji dest da. Piraniya nirxandinan ew bû ku helîkoptera Eşref Bitlîs hate êxistin û ew bi zanebûn hate kuştin. Albay Kazım Çillioğlu ji Tima Eşref Bitlîs bû li gel wî kar dikir. Ji berî 16 salan Kazım Çillioğlu întixar kir û xwe kuşt. Lê her tim li ser kuştina wî şik hebûn, dihat gotin, ku ew ji bo li gel Eşref Bitlîs kar kiriye gelek tiştan dizanê hatiye kuştin. Yanî wî intixar nekiriye,lê kuştina wî bi zanebûn wek intixarê hatiye nîşandan û piştre jî dosya wî hatiye girtin.

Gelek nirxandin li ser kuştina Eşref Bitlîs çêbûn. Baweriya piraniyê ew bû ku, Bitlîs bi destên tarî di nav lêşkeran de ji teref rêxistinên wek Ergenekonê ve hatiye kuştin. Piştî Kuştina Bitlîs, kurê wî di derbarê dewletê de doz vekir û daxwaz kir ku, ev bûyera babê wî tê de jiyana xwe ji dest dayî bête nirxandin û xwest lêpirsînek berfireh çêbibe. Ji ber ku kurê Bitlîs bawer dike ku babê wî bi detê dewleta kûr hatiye kuştin. Li ser vê bûyerê pirtuk hatin nivîsandin.

Rojnama Yenî Şafak bi awayekî dosya Kazım Çillioğlu dest xist. Hat dîtin ku ew dosya bi zanebûn ji holê hatiye rakirin, da ku tu caran kesek tiştekî ji kuştina wî nizanibe. Tişta herî balkêş ewe ku heçî kesê kuştina Eşref Bitlîs dizaniya û li gel wî kar kirî, hemû ji holê hatin rakirin. Herkesek bi awayekî hate kuştin.

Kesên li gel Eşref Bitlîs kar kirîn û û hatine kuştin:

Salên 1991-1994-ê li gora serfermandarê giştî yê Cendirmeyan gelek tarî derbas bûn. Di van salan de piraniya efserên rêya wan li Diyarbekir  re derbas bûyin , li Diyarbekir kar kirîn bi awayekî hatin winda kirin. Hinek mirin  hinek jî hatin kuştin.

1-    Korgeneralên Cendirman Hulusî Sayin, siyaseta dewletê di derbarê pirsa kurd de rexne dikir. Roja 30.01.1991-ê dan ber gulan û kuştin. Rêxistina çep ya bi navê Dev-Sol, bi daxuyaniyekî eşkere kirin ku wan Hulusi Sayin kuştiye. Lê rastî her tim hate xeberdan ku ew bi destê dewleta kûr hatiye kuştin, û kuştina wî kirin stuyê Dev-Solê.

2-    Korgeneralê Cendirma Ismail Selen, di şere dijê PKK- de siyaseta dewletê rast nedidît. Mesulên wî xwestin destê wî ji kar bikişînin. Piştî wê mecbûr bû teqeut bû. Roja 23.05.1991-ê dan ber gulan û hate kuştin. Heman rojê dijê serfermandarê Cendirma li Edenê jî hewldana kuştinê hate kirin.

3-    Serfermandarê giştî yê Cendirma Eşref Bitlîs bi hediseyek ya helîkopterê hate kuştin. Di doza Ergenekonê de eşkere bû ku, Eşref Bitlîs û Cem Ersever ji bo pirsa PKK-ê dizanîna hatin kuştin.  Li gora di doza Ergenekonê de hatiye idia kirin, wan pêwendiyên navbera dewleta kûr û PKK-de dizaniya.

4-    Serfermandarê Cendirman yê herêma Diyarbekir Bahtiyar Aydin jî di bin emrê Eşref Bitlîs de kar dikira. Aydin digot ku, pirsa terorê bi rêya çek û tundî naye çareserkirin. Ew jî roja 22.10.1993-ê li Licê hate kuştin. Bahtiyar Aydin, tifekek qenas hate kuştin û ew tifek ji holê winda bû.

5-    Bibaşi Cem Ersever yek ji dameerê JITEM-ê bû. Berpirsê JITEM yê Diyarbekirê bû. Şerê dewletê yê dijê PKK-ê de gelek tişt dizaniyan û siyaseta dewletê rast nedidît û rexne dikira. Ew jî roja 04.11.1993-ê hat kuştin û laşê wî avetin deverekî nêzikî Enqere.

6-    Ji Tima Eşref Bitlîs Albay Ridvan Ozden, dema ku li Mêrdînê kar dikir, li gora dihat gotin, hinek pêwendiyên di navbera PKK-ê û JITEM-ê de dîtin û ev eşkere kir. Roja 12.08.1995-ê, Ridvan Ozden li gel du himayên xwe hate kuştin.

7-    Roja 03.02.1994-ê, serfermandarê Cendirma yê Dersimê Albay Kazım Çillioğlu hate kuştin.  Ew li Dersimê di mala xwe de kuştî hate dîtin.

Bê goman van bûyerên bi vî awayî mirov dikare gelekî zêde bike. Di rastiya xwe de, beşek mezin yê şerê qirêj li Kurdistanê weşartiye. Bi doza Ergenekonê hinek tişt hatin zanîn û bûn cihê gengeşeyê, lê hejî taritiyek mezin li ser rastiya vî şerî heye. Dema rojekî ev yek bi temamî bête eşkerekirin, dê ji bo tevgera kurd li Bakûrê Kurdistanê jî gelekî giring be û dê gelek tiştên tarî û kesek pê nizanê bêne ronî kirin.

Herweha hêjayê gotinêye ku ji berî Esref Bitlîs bête kuştin 7 mehan nameyek ji sê rûpelan pêkhatî ji serokkomarê wê demê Turgut Ozal re rêdike. Bitlis piştî demekî, hêdî gelekî guh nade serfermandariya hêzên çekdarên Tirkiye û rasterast li gel serokkomar pêwendiyekî pêktîne. Nameya ku Bitlîs ji Ozal re rêdike behsa rewşa wê demê dike û herweha li ser çareseriya pirsa kurd pêşniyarên xwe dinivîne.

Rojeva Kurd

Back to top button