Helwesta Tirkiye li dijê Barzanî xeta bû
Parlementerê AKPê yê Mêrdînê Orhan Miroglu di hevpeyvînek ya xwe de ku di medya Tirki de hatiye belav kirin , di derbarê helwesta Tirkiye ya li himberê Referanduma Serxwebûnê de got: Helwesta Tirkiye li himber Barzani xelet bû.Miroglu di vê derbarê de dibêje: Helwesta Tirkiye li dijê Barzani dilê dengdarên Kurd hindekî şikênand.Lê ev yek dikare bête serastkirin.Em ji bo vê gavên girîng tavêjin.Geşên ezmanî cardin destpêkirin. Pêvajoyekî de ku Barzanî li gel Putin hevdîtina dike, nabê Tirkiye deriyên xwe li Barzani bigre. Du ofîsên desthilata Bakurê Iraqê li Tirkiye hebûn. Ev hatin girtin. Ji berî hilbijartina cardin vekirina van ofîsan dê erênî be. Ez bawerim ku pêwendiyên bazirganî li gel Bakurê Iraqê jî berjewendiyên Tirkiye de ne.Rojnemevan ji Miroglu dipirse. Başê li gora we ew helwesta Tirkiye ya ji bo kirina referanduma serxwebûnê li dijê Barzanî dayî nîşandan xetayek bû?Miroglu dibêje:Belê xetayek bû.Ji xwe gotinên min jî tê vê wateyê. Niha ez bawerdikim , dê hêdî hêdî ji vê xetayê bête vegerandin. Eger Tirkiye deriyê xwe li cîhana kurdên muhafazekar bigre, dê li Rojhilata Navin destê Tirkiye bêne gêrêdan.