
Helmeta ”Hanai Rojhelat” bi navê bila bi hawara xelkê lêqewimiyê Rojhilatê Kurdistanê ve biçîn li karên xwe berdewame.
Ev kampanya û helmet ku çend rojeke bi mebesta hevkarîkirina xelkê hejar û kêmdahat ya piştî belavbûna şewba Korona li bajarên Kurdistanê hatiye damezrandin, heta niha kariye bi hevkariya kesên dilsozên li navxwe û derveyê welat hevkariyan li ser malbatên hejar û kêmdahat da dabeş bikin.
Ev helmet nêzîkî sê heftiye hatiye damezrandin û çalakvan bi dilekî germ li derveyê welat û li navxweya Kurdistanê hatiye pêşwazî kirin û niha helmeta “Hanai Rojhelat” sedan endam û xwebexşên li komîteyên welatan da heye û her wiha dehan hezar kes jî li torên civakî de dûvdaçûna çalakî û ragihandin û nûçeyên wan dikin û daxwaz ji hemû aliyek dikin ku hevkar û piştevanê helmeta “Hanai Rojhelat” û xelkê kêmdahat û grûpên xwebexş bibin ku yarmetiyê bigihînin xelkê Kurdistanê.