Helly Luv bi cilê Kurdî ve li gel Angelina Jolie beşdarî festîvalek dibe
Keça stranbêja Kurd Helly Luv piştî belavkirina nûtirîn strana xwe ya bi navê RISK IT ALL ku zêdetirîn temaşevanên xwe hebû niha jî beşdarî fîlmek dike û çavê xwe berdaye xelata herî mezin.
Helly Luv daye zanîn ku biryare piştî qedandina filma xwe li meha gulanê beşdarî li festîvala (Cannes Film Festival) ya navdewletî bike.
Her wiha Helly Luv behsa wê fîlma xwe dike û dibêje ev fîlm bi navê (Merdane) ye û bi derhênana “Batîn Qubadiye” ku birayê mezinê derhênerê Kurd Behmenê Qubadiye û Behmenê Qubadî berhemhênerê fîlmekeye, wê fîlmê de min bi dil kar ji bo wê kiriye ji ber ku behsa malbateke Kurd dike ku çawa xedir lê hatiye kirin êş û janê kişandine.
Her wiha Luv da zanîn û got: Ezê yekem keça Kurd bim ku bi cilê Kurdî ve beşdarî wê rêwresma mezina cîhanî dikim bi navê festîvala Cannes bi tevahî min xwe ji bo wê rojê amade kiriye, komek hunermendên cîhanî têda beşdar dibin û yek ji wan jî Angelina Jolie ye.