Kultur

Heliz Elî Selîm:Teraziya Sê‌ Ser

Heliz Elî Selîm

 

Welatên demokratî û azad çawa peyda dibin? Ev pirsiyare her dem dihête kirin, her welatekê‌ siyaseta xwe ya taybet heye û raste her layenek perjewendiyên xwe diparêzît belê‌ seraray hindê‌ hemî pêkve berjewendiyên welat û xelkê‌ xwe diparêzîn, belê‌ em li Iraqê‌ teraziyeka sê‌ serîn ew jî Kurd û Sunnî û Şî’e.

Eger berê xwe bidîn li ser rolê‌ Erebên sunnî bikîn, dibînîn ku Erebên sunnî divêt vê‌ carê‌ bi şêwekê‌ berfireh peşdar helbijartinan bin, çunke hez dikin cihê‌ xwe biken di nav perlemanê‌ Iraqê‌ da, çunke berî nuke rolê‌ gelekê‌ kêm di kiryara siyasî û helbijartinan da hebû, ev çende vedigerît bo hizirkirina wan ku eger sunnî peşdarî helbijartinan ne bûn li vêre Kurd û Şî’e neşên Hikûmetê‌ damezrînin, belê‌ piştî gumane li dev wan çuwî û nizanî ku Kurd û Erebên şî’e dişên Hikumeteke ka pirî sîstem û biryar bidanin, şunî bu wan bawerî bi demokratiyetê‌ û kiryara helbijartinan peyda bû û nuke yê‌ hemî hewldana diken ku kursîka li nav perlemanê‌ Iraqê‌ da bidest xwe ve bînin û bi hemî şiyanên xwe dihêne di gurepana siyasî da, lewra divêt Kurd vê‌ carê‌ peşdariyeka zêde di helbijartinan da biken, çunke ev helbijartine bi şêwekê‌ nû hatine pêş û rastî kiryareka çarenivîsî ye bû Kurda.

Sebaret şî’a, her çende şî’e bi xwe bihêzin di nav perlemanê‌ Iraqê‌ da û jimareka zura kursîka heye û zêdetirê cihên desthelatdar li jêr destê‌ wane û min ne bawere nuke şî’e dest ji vê‌ çendê‌ berden, bi vî rengî şî’a biryara û desthelateka siyasî ya berfireh heye, lewra divêt Kurd pitir beşdarî kiryara helbijartinan da bin da pitir kursîka di parlemanî da bidesy xwe ve bînin, çunke heta nuke gelek arîşên helawestî di navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê‌ û Hikûmeta Iraqa federal da hene û ne hatîne çareser kirin û pêdivî bû ji mêjve hatibana çareserkirin belê‌ şoveniya Ereban û berjewendiyên wan ên berteng û nedanpêdana wan bi yê‌ beramber bo egerê‌ helawestina van kêşa wek (kêşa Kerkuk û deverên veqetiyayî) û zêdebarî kêşa gazê‌ û saman û aborê‌ Kurdistanê‌ û eve hemî jî dihêne çareserkirin li bin sîbera perlemanî ve, lewra divêt Kurda li vê‌ haletê‌ jî pişkdariyeka herî mezin hebît li Bexda da bişên van kêşa dane ber dan û standeneka bihêz û çareser biken.

Her çende ew qonaxên siyasî yên em têda burîn, bû xelkî diyar bû ku nuke di gel desthilateka bazneyî dijîn û prosesa hilbijartinan desthilata siyasî û cihên biryarê‌ di hêne guherîn di kiryareka demokratî da û bawerî bi hindê‌ çêbuye ku dan pêdan bi beramber bihêtekirin, çunke Erebên sunnî heta 2003 jê bawerey bi hindê‌ nebû Kurd jî neteweke di Iraqê‌ da dijîn û eger û mafên xwe hene, çunke Erebên sunnî digot desthelat û Hikûmeta Iraqê‌ hemî ya wane û Iraq ya yêk layenî ye, belê‌ peşdarbûna giştî ya helbijartinan bû hemî ya diyar bû ku Iraq ne welatekê‌ yêk layenî ye belku welatekî pirî netewe û ayîn û zimane û xelkê‌ Iraqê‌ û cîhanê‌ nuke bawerî hebûna Kurda heye li Iraqê‌.

Ev arîşên nav xweyê‌ Iraqî mayîn şî’e dibêjin Erebên sunnî egerê‌ peyda bûna wan arîşa birêkaddana mafî bo welatên Erebiyên sunnî ku mayê‌ xwe di karubarên Iraqê‌ da biken û dibêne egerê‌ van kiryarên terorî li nav axa Iraqê‌ da dihêne rûdan, her wesa Erebên sunnî jî dibêjin welatê‌ Îranê‌ mayê‌ xwe di siyaseta Iraqê‌ diket bi rêka şî’a û kartêkirinê‌ li ser serwerî ya Iraqê‌ diken, ev çende jî vedigerît bu hindê‌ ku Hikûmeta Iraqê‌ di destê‌ da şî’a da.

Heta serwerî ya Iraqê‌ bihête parastin divêt Erebên sunnî di gel Erebên şî’e û Kurda xwe yek alî biken di biryarên neteweyî û sînurî da ji bo parastina serweriya Iraqê‌, bo nimûne nuke li bakurê‌ Iraqê‌ bingehekê‌ leşkerî heye bi navê‌ (Leşkerê‌ El Eşref) dibêjnê‌ (Mucahdîn Alxeleq) ku opozîsyoneka Îranî ye li ser hukmê‌ be’esiyên faşî hatiye danan dijî Îranî û gelek di parastî û çavday bûn, çunge perjewendiyên be’esiyên faşî li Iraqê‌ hate parastin di gel wan û ev opozîsyone laperekê‌ veşarê‌ bû li ser welatê‌ Îranê‌, nuke ev opozîsyone digevne erdê‌ sunnî ya û şî’e gelek hewlden vê‌ opozîsyonê‌ bi grup ve raken, çunke perjewendiyên şî’a di gel desthelata Îranî gelek bihêzin û wusa Îran bi rolê‌ xwe guvaştina li ser rabûna vê‌ grupî diket, çunke ev grupe berjewendiyên Iraq û Îranê‌ têkdidet û heman dem da welatê‌ Emerîka bi rêkeka ne rastowxwe piştevaniya vî grupî diket û divêt ev grupe bimînît da kevaştin bît li ser welatê‌ Îranê‌, her wekî Îran dibêjît hindek endamên parta (Partî Jiyanewey Kurdistan) yên di axa Herêma Kurdistana Iraqê‌ da hene ku her çende çi rastî bu vê‌ çendê‌ nîne bi tinê‌ têkdaneke bu karubarên navxoyên Herêma Kurdistan ku pişkeke ji Iraqê‌ û rastî ya vê‌ topbarankirinê‌ vedigerît bo wî opozîsyona Îranî ewa dibêjnê‌ (Mucahdîn alxeleq), wusa Iraq neşêt berevaniyê‌ ji xwe biket çunke serweriya xwe ya bi temam nîne ji ber hebûna terorê‌ û perjewendiyên fireh hizbî û mezhebî di nav Iraqê‌ da, û wusa eger sunnî û şî’e û Kurd bibane yek helwest bo parastin û perjewendiya Iraqeka yek buwî di perlemanê da, da şên kartêkirinê‌ li ser biryara siyasî biken li beramber van kêşa ku çi welat ne şiyan mayê‌ xwe di karubarên yên navxo û axa Iraqê‌ da biken her çende layenê‌ Kurd berdewam hewl didet hemî arîşa çareserken digel layenên Iraqê‌ û welatên dewruber.

Eger berê xwe bideyne li ser seruberê‌ Kurda dibînîn Kurd yê‌ Herêmê‌ û Iraqa federal her dûka di parêzît ku heta nuke Pêşmerge bi dirustahî ne hatiye hejmartin ji leşkerê‌ Iraqê‌ û sereray hindê‌ berevaniyê‌ ji axa Iraqê‌ diken, ya girîng li dev Kurda ewe mafên xwe bidest ve bînin û netewe û rewşenbîrî û ziman‌ û ayînê‌ xwe parêzin, çunke mêlletekê‌ xwedan dîrok û sîstem û herême ku hemî stunên dewlet bunê‌ têda hene. ku milmilana siyasî ya şî’e û sunnî ya milmilaneka mezhebî ye belê‌ ya Kurd wusa diyar dibît ku divên xwe bi guncênên li Iraqê‌ wek netewe û kesayetiyeka dewlî û parçeka giringe di damezrandina Iraqeka nû ya federal da.

Eger lênêrînekê‌ li helbijartinên dahatî da bikeyn û serederî ya welatên dewruber di gel Iraqê‌ dibînên hîç bi rengekê‌ di berjewendiyên wan da nîne, çunke ev prosêsa demokrasî ya helbijartinan li Iraqê‌ roj bu rojê‌ bû xelkî bi xwe giringî ya siyaseta demokrasî yetê‌ diyar dibît û welatên dewruber bi xwe bawerî bi prosêsa aştiyê‌ nîne û wusa ev çende dibîte metirsî yek li ser wan ku di paşerojê‌ da ev hewa demokrasî li ser wan jî da dagîr bibît, lewra dê‌ hemî şiyanên û bizav û çalakiyên xwe bikarbînên ji bo binbinkirina vê‌ prosêsa demokrasî ya ku li Iraqê‌ dihête encamdan, belê‌ divêt baweriya xelkê‌ Iraqê‌ gelek û gelek ji hindê‌ mezintir bît û berjewendiya Iraqê‌ bi taybet bi daniyete berçavên xwe û bi vî rengî hîç layenek neşêt mayê‌ xwe di karubarên Iraqê‌ da biket.

Belê‌ em wek Kurd dibînîn ev prose demokratî prosêsa şaristanî ye û zora giringe bo çespandina aştî û demokrasî yetê‌ bo gelê‌ me ji ber hindê‌ beşdar bûna xelkê‌ me di helbijartinan da ergekê‌ netewayetî ye da baştir rolê‌ xwe diyar bikeyn ku ji daxwazkerên aştî û demokrasiyetê‌ ne bo Iraqa federal.

(Warvîn)

Back to top button