Li Batmanê temenê vê dikanê çend seetan dom kir

Batman – Kesek bi navê Zeynel Abidîn Tuzel, li bajarê Batmanê dikanek ya “ sex shop“ vekir. Lê emrê dikana “ sex shop“ gelek najot û hate girtin. Esnafê bazarê qîma xwe neanîn ku dikanek welê bibe cîranê wan. Xweyê dikanê mecbûr ma dikana xwe girt.

Xwediyê dikana “ sex shop“ Tuzel, di vê derbarê de got: “ Ez tu mane nadim helwesta esnafên Batmanê. Me di vê herêmê de hinek cihên bi vî awayî vekirine, lê tenê li Batmanê dijê me helwestek tund danîn û em jî mecbûr bûn me cihê xwe girt.“

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: