Cîhan

Helîkoptereke Hêzên Çekdar ên Qeterê kete behrê

Helîkoptereke Hêzên Çekdar ên Qeterê kete behrê. Di bûyerê de leşkerekî Tirk û du teknîsyenên ASELSANê jiyana xwe ji dest dan, her wiha çar leşkerên Qeterê jî jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Karên Hundir a Qeterê ragihand ku helîkoptereke Hêzên Çekdar ên Qeterê dema ku mîsyoneke rûtîn pêk dianî, ji ber xeletiyeke teknîkî ketiye behrê. Wezaretê diyar kir ku di bûyerê de şeş kesan jiyana xwe ji dest dane û kesek jî winda ye.


Wezareta Parastinê ya Tirkiye derbarê vê bûyerê de daxûyaniyek da. Wezeretê Diyar kir ku helîkopter ji ber xeletiyeke teknîkî ketiye deryayê û leşkerekî Tirk û du teknîsyenên ASELSANê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hat hînbûn ku çar ji kesên ku mirine leşkerên Qeterê ne.

Back to top button