Civak

Helebçe li dijî Berhem Salih rabû ser piya

 

Doh ji bo bîranîna komkujiya Helebçe rewresmek fermî hate darxistin. Serokê hukumetê Berhem Salih jî, di rewresmê de amade bû.

Hinek xelkên bajarê Helebçe xepêşandanek kirin û xwestin monomenta Helebçe bişewitînin. Herweha li dijê serokwezîrê berê yê Kurdistanê Berhem Salih îûar hatin bilindkirin û xwepêşandanan daxwaz kirin ku Berhem Salih ji Helebçe derkeve.

Xepêşandanan dan xuyakirin ku, ew Berhem Salih li Helebçe naxwazin, xwepêşandanekî ji bomalpera Rûber re da xuyakirin ku, serokwezîrê berê gelek soz dane xelkê bajarê Helebçe. Lê mixabin ser soza xwe nesekiniye û tiştek ji Helebçe re nekiriye. Ji ber vê jî xelk Salih li Helebçe naxwazin.

Back to top button