Civak

Serok ji bo Helebçe rawestiya

Bi minasebeta 24mîn salvegera Kîmyabaran kirina Bajarê Helebceyê ji aliyê Rejîma Dîktator ya Besê ve û her weha ji bo rêz girtin ji 5 hezar Şehîdên vê karesata hovane Serokatiya Kurdistanê 5 deqîqeyan li ser piyan rawestiya.

Îro li Selahedînê bi amade bûna Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û tevahiya karmendên Serokatiya Kurdistanê bi mebesta rêz girtin ji Şehîdên Helebceyê di saet 10 û 55 deqîqeyan de heta saet 11an li ser piyan rawestiyan û matemîniya xwe bi vê awayî I hember vê karesata han diyar kirin.(KTV)

Back to top button