Cîhan

Helebce bi hemû xem û êşên xwe ve li Haag e

Bi piştgiriya wezareta derve ya Îraqa federal, bi însiyatîva wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan ya hikûmeta Kurdistanê û bi hevkarî û hevahengiya fermangeha têkeliyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê û bi beşdariya revenda kurdistanî li Holendayê, roja 29ê nîsna 2014ê peykerê Omerî Xawer, sembola karesata kîmiyabarana bajarê helebceyê, li baregayê saziya nehêlana çekê kîmiyayî li bajarê Lahay li Holendayê hat danan.

Hişiyar Zêbarî wezîrê derve yê Îraqa federal di peyva xwe de behsa giringiya danana peykerê Omerî Xawer li baregayê saziya nehêlana çekê kîmiyayî kir û got ku, gelê Kurdistanî li ser dema rijêma Sedam gelek êş û azar dîtine û danan vî peykerî nîşana wê malwêranî û karesatên  bi serê gelê Kurd hatine ye.

Rêvebirê giştiyê saziya jinavbirina çekê kîmiyayî (OPCW) di peyva xwe de behsa xebatên saziya xwe yên di warê nehêlana çekê kîmiyayî li cîhanê kir û got ku, di çend salên borî da wam jî, weke rêxistina nehêlana çekê kîmiyayî li nawendên navdewletî behsa karesata Helebceyê kiriye. Wî, li hember danan peykerê Omerî Xawer li bajarê Lahay, kêfxweşiya xwe nîşan da.

Di merasimê de, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di axavtina xwe de got:

          Îro Helebce bi hemû xem, kovan, êş û azarên xwe ve hate nav baregayê saziya nehêlana çekê kîmiyayî (OPCW) û peykerê Omerî Xawer kir diyarî ku, tebîrê ji karesateke emzin dike.

          Îro ji bo pêşveçûna pirsa gelê  me û ji bo navdewletîkirina pirsa jênosîdayê  qonaxeke nû û gavek mezin e. Ez biavêtina vê gavê gelek kêfxweş im û sipasiya hemû wan aliyan yên ku, ji bona serxistina vê gavê rol lîstiye û bi taybetî sipsiya revenda kurdistanî li Holendayê dikim.  Gelek sipas ji bo saziya nehêlêna çekê kîmiyayî li cîhanê (OPCW)  ku, ji bo dnana peykerê Omerî xawr li meydana baregayê wê saziyê hemû amaderî kirin.

 

Di merasima hildana perdeyê li ser peykerê Omerî Xawer weke sembola kîmiyabarana Helebceyê li baregayê saziya nehêlana çekê kîmiyayî li bajarê Lahay li Holendayê ku, Hişiyar Zêbarî wezîrê derve yê Îraqa Federal, Aram Ehmed wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Kurdistanê, sekreterê giştiyê wezareta derve ya Holendayê  û hijmareke nûnerên saziyên nehêlana çekê kîmiyayî û nûnerên qurbaniyên kîmiyabarana Helebceyê û sefîrê Îraqê yê Holendayê amade bûn.

Balkêş e ?
Close
Back to top button