Polîtîk

SHK: Pêwîste pabendî biryar û rênimayiyên Komîsyonê bin

Şeva 2 li ser 3 ê gulana 2014 hejmarek çalakvan û çavdêrên Tevgera Goran li nêzîkî binkeyekî cûdakirina dengan ya li bajarê Silêmanî ji aliyê hêzên emniyan ve hatin destgîr kirin û paşê li telefizyonên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê wêne û danpêdanên wan hate belav kirin.

Diviya Komîsyona Serbixweya Hilbijartinê li hebûna rûdaweke wiha de bihata agahdar kirin û Komîsyon biryarê bide ku çawa muamele li gel wê rewşê de bê kirin ji ber ku eve li çarçêweya selahiyata Komîsyone ku biryar bide kî û çi aliyek karên binpêkirinê kiriye û dezgehên emniyan jî pêwîste pabendî biryar û rênimayiyên Komîsyonê bin. Daxwaz ji Komîsyona Serbixweya Hilbijartinan dikin li gor yasa û rênimayiyên xwe rê nedin hîç cûre binpêkirinek beranber dengê hemwelatiyan û çavdêrên aliyên siyasiyan bê encamdan.

Li vir da bi hemû aliyek radigihînîn ku divê bi azadî karkirina wan hemû çavdêran li ber çav bê girtin ku bi agahdariya Komîsyona Serbixweya Hilbijartinê ji aliyê partiyan ve erkê çavdêrîkirina li dema hilbijartin û cûdakirin û ragihandina dengan hatine raspardin. Ji bilî wê jî li hemû rewşek de pêwîste mafê hemwelatîbûna xelk jî parastî bê û berî derketina biryara dadgehê di derbarê her gumanlêkiriyek nabê wekî tawanbar muamele li gel da bê kirin.

Daxwaz ji hemû aliyê siyasiyên Herêma Kurdistanê û ragihandinê dikin bi hesta berpirsiyariyê ve muamele li gel rewşê bikin û kar ji bo serkeftina proseya hilbijartinê bikin û rê li her hewlek bigrin ku dibê sedema şêwandina pêgeh û nav û bangê Herêma Kurdistanê.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

04.05.2014

Back to top button