Cîhan

Heleb azad kirin

Ji Suriye bi demjêmêra nûçeyîn nû destdikevin û rewşa Suriye gav bi gav tê guhertin. Li gora nûçeyekî ku malpera erebî El Xeber belav kiriye, tê îdia kirin ku bajarê Helebê ji hêjên rejimê hatiye azad kirin û niha di bin kontrola Arteşa Azad de ye.

Li gora nûçeya EL Xeber, Artêşa Azad ragihandiye ku wan bajarê Helebê azad kiriye û niha kontrola bajêr di destê wan de ye.

Wek tê zanîn Arteşa Azad gelek deverên Suriye ji rejimê azad kiriye û taybetî hinek deriyên tixûbê Tirkiyeve êxistina di bin kontrola xwe de. Ev cihên ku di bin kontrola arteşa azad de ne gelekî nêzikî bajarî Helebêne. Bajarê Idlibê jî jierî demkî ketibû di bin kontrola  Arteşa azad de.

Niha jî Heleb ketiye destê hêzên opozisyonê de.

Heleb bajarek gelek girîng e û ketina Helebê dibe ketina bajarên din wek Şam , Humis û Hama jî. Ketina Helebê  dibe encama rûxandina rejimê di zûtirîn dem de.

Back to top button