Cîhan

Li Kerkukê teqîn: 5 mirî û 19 birîndar

Li bajarê  Kerkukê, îro sibê bi 4 wesaîtan êrîş lidarxistin. Wesaîtên tije bombe hatin teqandin û di encama 4 êrîşan de, 5 hemwelatiya jiyana xwe ji dest dan û 19 hemwelatî jî birîndar bûn. 

Cîgirê Gerînendeyê Polîsên Kerkukê Turhan Abdurrahman, bi nûçegîhanê Ajansa Anatolyayê (AA) re daxuyanî daye. Abdurrahman diyar dike ku, li Kerkukê, li çar deverên cuda, 4 wesaîtên ku hatibûn parqkirin yên tije bombe, hatine teqandin. Li gorî agahiyên ewil yên hatine bidestxistin, 5 mirî û 19 jî birîndar hene.

 

Back to top button