Polîtîk

ENKS hêzen lêşkerî amade dike

Serokê Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) diyar kir ku heta niha ENKSê li Sûriyê ti hêzek çekdarî nîne, lê wê di demên pêş de hêzekî çekdarî dirûst bikin.

Serokê ENKSê Îsmaîl di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re rexne li Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) girt ku bi awayekî yek alî kar dike û got: “Li Dêrikê Yekîneyên Parastina Gel ên girêdayî EGRKê dest danîn ser çend dezgehên dewletê yên wekî dadgeh û navendekî polîsan. Ew kar bêyî şêwiriya ligel ENKSê hatibû kirin. Di demek ku li gor Peymana Hewlêrê, pêwîste bi şêwirî û agehdariya hev karên xwe encam bidin.”

Îsmaîl Heme derbarê hewldanên ji bo rizgarkirina bajarên Rojavayê Kurdistanê jî got: “Ev 6 mehe Efrîn di bin destê Komîteyên Parastina Gel de ne. Hêzên PYDê li piraniya navçeyên Rojavayê Kurdistanê belavbûne, lê tenê Kobanê sedî sed di bin kontrola hêzên Kurdan de ye.”

Serokê ENKSê bi guman temaşeyî vekêşana hêzên rejîma Sûriyê yên ji Kobanê dike û dibêje: “Berî du rojan hêzên artêşa Sûriyê bêyî şer û pevçûnekê ji Kobanê derketin. Heta niha em nizanin sedema vekêşana hêzên Sûriyê ya ji Kobanê çiye û bi guman temaşeyî wî karê rejîmê dikin.”

Piştî vekêşîna hêzên rejîma Sûriyê ya ji bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê, hemû çav zivirîne ser Qamişlo û tê çaverêkirin ku bajarê Rojavayê Kurdistanê yê herî mezin bê rizgarkirin.

Îsmaîl Heme rûniştvanê Qamişloye û wiha got: “Ti hewldanek ji bo rizgarkirin Qamişlo li holê nîne. Heta niha artêşa Sûriyê ji Qamişlo ne vekêşiyaye. Rejîma Sûriyê li Qamişlo navend, sazî û dezgehên xwe diparêze, lê hêzên kurdî li Qamişlo ne û heta li hinek navçeyan ala Kurdistan û ya PYDê hatiye bilindkirin.”

Serokê ENKSê derbarê gotegotên hatina Artêşa Azad a Sûriyê ya bo Rojavayê Kurdistanê jî got: “Artêşa Azad nehatiye navçeyên Kurdan. Gotegotên wê yekê hene ku 150 leşkerên artêşa azad hatine Rojavayê Kurdistanê, lê ew nûçe ji rastiyê dûre.”

Serokê Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Asayîşa bajarên kurdan ên hatine rizgarkirin, ji aliyê Yekîneyên Parastinê yên Gel û gel ve tên rêvebirin. Heta niha ENKSê ti hêzekî leşkerî nîne, lê em hewl didin ku di demekî nêzîk de hêzekî taybet damezirînin û ji bo em navçeyên xwe kontrol bikin.”

 

Sakar Ebdullahzade

(Rûdaw) 

Back to top button