Helbestvanê neteweyî Cegerxwîn beriya 37 salan jiyana ji dest da…
Cegerxwîn 3 salan li gel malbata xwe li Bexdê dimîne. Li wir dibe Mamosteyê zimanê Kurdî zeravê Kurmancî li zanîngeha Bexdayê û programekî jî di radio yê de beşê Kurdî pêşkêş dike.
Di Sala 1962 an de desthilat a İraqê biryara derketina wî ji Iraqê dide. Êdî ew û zarokên xwe vedigerin bajarê Qamişlo.
Îbrahîm GUÇLU
Cegerxwîn, helbestvanekî navdar û neteweyî yê Kurd û Kurdistanê ye. Beriya 37 salan (22.10.2021) jiyana xwe li payiteexta Swêdê Stockholmê ji dest da.
Cegerxwîn wek helbestvanekî nemir dihat hesap kirin, mirina wî, li hemû beşên Kurdistanê û di nav hemû kurdên dinyayê de bibû sedema şokekê. Loma jî wefata rojê li her beşên Kurdistanê bû şîna neteweyî.
Piştî mirina helbestvanê neteweyî Cegerxwîn jî, ew qet nehat bîra kirin. Loma jî her sal, di salvegera wefata wî de ciyê ku kurd hene, ew bi bîr hat. Îsal jî (2021) helbestvanê neteweyî bi bîr hat. Di derheqê wî de bi deh hezaran peyam û nivîs hatin belav kirin. Di çapemaniya kurdan ya niviskî de, di radyo û telewîzyonên kurdan de bû mijareke girîng. Di derbarê kesayetiya wî û helbestên wî û têkoşîna wî ya neteweyî de gelek şirove hatin kirin.
SERPÊHATIYEKE TÊR Û TIJÎ Û BI HEREKET Û BI TÊKOŞÎN
Jiyana helbestvanê neteweyî Cegerxwîn, bi gotina gel, têr û tıjî, bı hereket û bi têkoşîn derbas bû. Ew di jiayana xwe de heta mirina xwe bê westan ji çand, ziman, edebiyad, helbestvanî, dîroka Kurdistanê xebat kir. Gelek berhemên hêja nivîsandin.
Bi taybetî ciwanên kurd û bi giştî gelê kurd bi xebat û helbestên wî, bûn xwediyê şiûra neteweyî. Bi xebata wî, ji çand, dîrok, edebiyad û helbesta kurdî hez kirin.
Helbestên Cegerxwîn di medresan de di dil û serê mele û şagirtên olî, feqeyan de geş bû.
Lewra wî bi xwe di medresan de zimanê kurdî û edebiyata kurdî û qlasîkên kurdî xwendibû û bi wan perwerde bibû.
Ew di nav hemû beşên Kurdistanê û kurdên dinyayê de bi navûdeng bû. Her kurdekî ji wî hez dikir. Ew bi xwe li dijî axatî, begitî, eşîretî bû. Lê axa, mîr, beg, serokeşîrên Kurtdistanê jî, ji wî hez dikir. Lewra ew helbestyvanê her kurdekî bû û netewetya kurd bû.
Ew hezkirina kurdan ya helbestnanê neteweyî piştî wefata wî jî, kêm nebû zêdetir bû.
Helbestvanê neteweyî, bes bi dîrok, ziman, edebiyad, helbesta kurdî re têkildar nebû, ew di hemen de têkoşerê tevgera neteweyî ya kurdistanê bû. Ew li hemû parçeyên Kurdistanê beşdarî xebata neteweyî bibû.
Ew beşdarî Tevgera neteweyî ya 1925an bû.
Wî ji hemû serhildanê neteweyî yên Kurdistanê re li hemû beşan bû şahîd.
Wî êşa neteweya kurd heta mirina xwe parve kir.
Qetlîamên û qirkirina li hemberî neteweya kurd pêk hatin, di dilê wî de birîneke mezin vekir.
Cegerxwîn mirovekî civakî bû, ji civatan pir hezdikir û rêzgirtin ji gelê xwe re dikir. Tim ew tevî şahiyan dibû. Cegerxwîn bê tirs û bi awayekî vekirî doza mafê gelê xwe dikir û pirsa kurdî li her derê gengeşe dikir.
Ew bi gelê xwe tim serbilind bû.
Tevî temenê wî yê mezin beşdarî hemû meş û xwepêşandanan dibû.
Gelo helbestvanê neteweyî Cegerxwîn kî ye, lewra wî gotiye ku “em kî ne?”, em ji nêzîk ve meze bikin…
Cegerxwîn Bi navê Şêxmûs di sala 1903 an de li gundê Hesarê hêla Mêrdînê jidayikbûye.
Birakî wî bi navê Mele Xelîl hebû û xwîşkek wî jî bi navê Asya hebû.
Hîna ciwan bû dê û bavê xwe wendakir.
Li Hesarê li cem Xoce xwendina Quranê qedand Piştî ku hinekî mezin bû ,li gundê Bêdermemo li cem M. Seîd dest bi xwendinê kir.
Di sala 1920 an de çûye xwendegeha olperestiyê li Diyarbekir ê, piştre baş ji bo xwendina xwe li gelek ciya geriya ye û di 8 salan de xwendina xwe qedandiye.
Li bajarê Amûdê li cem Mele Ûbeydulah xwendiye û piştî ku Mele çûye ser dilovaniya xwe , Cegerxwîn Li cem birayê wî Mele Fethulah xwendina xwe qedandiye û îcaza xwe wergirtiye.
Cegerxwîn li her çar perçên Kurdistanê ji bo xwendinê geriyaye û derd û êşên gelê xwe yê Kurd baş naskiriye û di sala 1924 an li ser destê Şewqî Begê erxenî hestên netewî li cem çêbûye.
Piştî şoreşa Şêx Seîd dest bi xebata xwe ya netewî kiriye û bi navê Cegerxwîn daketiye meydanê.
Di sala 1928 an de bi keça xalê xwe re şûkiriye û bûye melayê gundê Hazda jorî.
Di sala 1936 an de li gel hin gundiyan du gund bi navê (Çêlek û Cihenem) avakirin, lê ji ber şer û pevçûna di nav gundiyan de, Cegerxîn vedİgere Amûdê û di Sala 1937-1938 an de li gel hevalên xwe Nadiyek- komeleyek ji ciwanên Kurd re avadikin û kar û xebateke netewî tund ji bo ciwanên Kurd têde dikin .
Lê Fransizan komela wan li ser daxwaz a Tirkiyeyê girtin û nehiştin berdewam bikin.
Sala 1946an Cegerxwîn mala xwe barkiriye bajarê Qamişlo.
Di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate avakirin her û ha kete nav rêxistina Xoybûnê.
Cegerxwîn ji bo pirsa netewî gelek kar û xebatên cûr be cûr kirin e û helbestên bi coş nivîsandin e.
Di riya van helbestan û civatên ku li mala xwe çêdikirin, pirsa Kurdî bi berfirehî belavkiriye û li dij sitemkaran bi coş rawestiya ye .
Cegerxwîn pişt re, ji bo bicîkirina armancên xwe û ji bo pirsa Kurdî û bidestxistina mafê netewa xwe, nêzîkî komûnîstan bû û bû serokê tevgera Aştîxwazan.
Gelek perîşanî û belengazî wî û malbata xwe dîtin.
Ji lewma gava ku armanc û daxwazên wî yên ji bo Kurdayetiyê bi cî nebûn , ji komûnîsta dûrket û bi hin hevalên xwe re wek M. Şêxmûsê Qerqatî û Mele Şêxmûsê Şêxî, Benda Azadî avakirin.
Lê piştî kû bihîstin ku rêxistineke dî heye ,berî çend mehan ava bûye rêxistina xwe fesix kirin û bi Partiya Dîmoqratî ya Kurd re ya ku nû avabibû, bûne yek û di komîta navendî ya Partiyê de cî girt.
Cegerxwîn dîsa bi coş kar û xebata xwe berdewam kir. Lê piştî ku Rewşa Sûrî ne xweş dibe û Cegerxwîn ji aliyê desthilatê tim binçav dibe, biryar tê girtin ku biçe İraqê.
Sala 1958an li sînor bi dizî derbasdike û diçe Kurdistanê û berdewamdike Bexdayê.
Cegerxwîn 3 salan li gel malbata xwe li Bexdê dimîne. Li wir dibe Mamosteyê zimanê Kurdî zeravê Kurmancî li zanîngeha Bexdayê û programekî jî di radio yê de beşê Kurdî pêşkêş dike.
Di Sala 1962 an de desthilat a İraqê biryara derketina wî ji Iraqê dide. Êdî ew û zarokên xwe vedigerin bajarê Qamişlo.
Li Sûryayê gelek caran tê girtin, yek ji wan caran dikeve zindana Mezê piştre wî nefîkirin bajarê Swêda nav dirziyan. Lê dawî vedigere Qamişlo nav zarokên xwe û herdem bin çav dimîn e. Tevlî wilo jî civata wî tim digeriya, pirsa kurdî dihat gengeşekirin û helbestên wî di her malê de dihatin xwendin.
Di sala 1958 an de dibe endamê komîta navendî ya Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurd li Sûryayê û ta dawiya jiyana xwe endametiya xwe berdewam dike.
Di Sala 1969 an de Cegerxwîn diçe Kurdistana İraqê tevî Şoreşa kurdî ya bi serokatiya M. Mustefa Berzanî dibe. Salekê li wir dimîn e, vedgere Qamişlo.
Çend salan dimîne û di sala 1973 an de Cegerxwîn berê xwe dide Libnanê, çend salan li wir jî dimîne dîwana xwe ya sisiyan “Kîme Ez” û çîroka Salar û Mîdya çap dike.
Di Sala 1975 an de vedigere Sûriyeyê û Kar û xebata xwe ya netewî, siyasî û civakî didomîne. Lê dîsa desthilat wî dixe binçav, êdî vê carê berê xwe dide welatê Swêdê da ku berhemên xwe li wir çap bike.
Pênc salan li wir dimîne, hin berhemên xwe çap dike û li gelek welatan digere. Welatên ku Cegerxwîn li wan geriyaye evin:
-Di sala 1980 de çûye Elmanyayê (kongreya Riya Azadî),
-Careke dî diçe Elmanya yê
-Sala 1981-11-20 çûye Nerwêcê
-Careke dî diçe Norwêcê
-1982-03-18 çûye Parîs û Belçîka ji bo Newrozê
-Sala1983-02-27 careke dî diçe Ferensa yê beşdarî vekirina Înstîtûta Kurdî li Parîsê dibe.
-Sala 1982-10-17 çûye Lenîngradê cem Qenatê Kurdo.
– Cûye welatê Nêmsayê (Ewûstûryayê) jî.
Di jiyana wî de gelek serpêhatiyên wî hene, lêveger jêre divên.
Piştî ku Cegerxwîn hin ji pirtûkên xwe çap dike dixwest vegere welêt
Wî bi coş ji bo vegerê xwe amade dikir lê negihîşt ku bi saxî vegere Qamişloya xwe ya rengîn û di 22-10-1984 an de li bajarê Stockholmê diçe ser dilovaniya xwe.
Li gor daxwaza wî ya ku berê ji malbatê re gotibû Cegerxwîn li hewşa mala xwe li Qamişliyê hat veşartin.
Kurd ji hemû welatan serdana wî dikin û civîn û şevên xwe yên kultûrî li ber serê wî dikin û wî bi gul û çîçekan pîroz dikin.
Cegerxwîn du kur û pênc keç li dû xwe ve hiştin.
Piştî çûna wî , keçek û kurek ji zarokên wî çûn e ser dilovaniya xwe.
Cegerxwîn ji nav me koçkir lê ji bo me sermiyanekî mezin hişt.
BERHEMÊN SEYDA CEEGERXWÎN
Berhemên Cegerxwîn yên çapkirî.
Dîwanên helbestan:
1- Prîsk û Pêt Şam 1945
2-Sewra azadî şam 1954
3- Kîme ez? Beyrûd 1973
4- Ronak Stockholm 1980 Weşanên Roja nû
5- Zend-Avista Stockholm 1981 weşanên Roja nû
6- Şefeq Stockholm 1982 Weşanên Roja nû
7- Hêvî Stockholm 1983 Weşanên Roja nû
8- Aştî Stokholm 1985 Weşanxana Kurdistan Roja nû
9- Xoşxwan Dihok 2016 Çapxana Nalbend
Çîrokên Cegerxwîn:
1-Cîm û Gulperî Şam 1948
2-Reşoyê Darî Şam û Stockholm 1956
3-Salar û Mîdya Berûd 1973
Tarîx:
1-Tarîxa Kurdistan (1) 1985 Weşanên Roja nû Stockholm
2-Tarîxa Kurdistan (2) 1987 Weşanên Roja nû
3-Tarîxa Kurdistan (3) 1999 Stockholm. Roja nû
4 – Jînenîgariya min 1995 Stockholm. Weşanxana Apec
Ziman:
1-Destûra zimanê Kurdî 1961 Bexda
2-Ferheng yekem 1962 Bexda
3- Ferheng diwem 1962 Bexda
Yên din:
1-şerfnameya menzûm Şerfxanê Bedlîsî Cegerxwîn ew bi helbest nivîsiye . Berûd Emîral 1997
2- Nivîsarek li ser dîbaca Ehmedê Xanî 1995 Stockholm. Apec
3- Folklor a Kurdî
4- Gotinên pêşiyan 1957 Şam Her û ha 29 niviştên Cegerxwîn yên ne çapkirî mane.
LI QAMIŞLIYÊ PÊŞWAZÎ Û REWRESME NEHATIYE DÎTIN,,,,
Dema ku helbestvanê neteweyî Cegerxwîn jiyana xwe ji dest da, ez li Rojavayê Kurdişstanê û li Sûriyeyê li bajarê Şamê (Damascus) bûm.
Dema ku hemû beşên neteweya kurd bihîst ku helbestvanê Cegerxwîn jiyana xwe ji dest daye, xemginiyeke çêbû. Li Rojavayê Kurdistanê şîna neteweyî û giştî dest pê kir. Her kes li bend helbestvanê neteweyî Cegerxwîn rawestiyan. Şev û roj bûn yek. Her kurdek li ser piya bû.
Girêdayî wesayeta wî hat zanîn ku ew dê bê Qamişliyê. Vê yekê hemû kurd kêfxweş kirin. Loma jî ji bona pêşwaziya wî amadekariyeke mezin dest pê kir.
Beriya ku bê Şamê ez û gelek siyasetmedar û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê û Apê Osman Sebrî em li belafirxaneyê li benda wî bûn.
Helbestvanê neteweyî Cegerxwîn şevê gihîşte belafirxaneya Şamê. Li wir jî me ew girt, em ji bona Qamişliyê birê ketin.
Me helbestvanê neteweyî di ser bajarê Helebê re dibir Rojavayê Kurdistanê bajarê Kamişliyê.
Dema em gihîştin axa Kurdistanê sibê zû bû. Lê mamoste û xwendevanên dibistanan ji bona pêşwaziyê li ser riyan bûn. Mamosteyan û xwendevanên Kurdistanê bi cilûbergên taybet hatibûn pêşwaziyê.
Ji Hesekî ber bi Qamişliyê meşa bi ereban mimkun nebû. Hemû seyarên welêt ji însana dagirtî hetibûn pêşwaziya helbestvanê neteweyî.
Hasekî gelek nêzikî Qamişliyê ye. Lê me bi saetan nikarî bigihîjin Qamişliyê. Wek ax û baranê însan hebûn li meydanê.. Dema ku em gihîştin Qamişliyê me dîtin ku ji derveyî nexweşan û zarokên dergûşê hemû kurd li meydanê ne.
Qamişliyê jî em bi nivîskar û mirovê Dozê Kurdistanê Hesenê Hişyar ê Serdî bi hev re meşiyan. Di meşê de nefes tengi çêdibû ji qelebelixê.
Dema ku em çûn baxçeyê mala helbestvanê neteweyî Cegerxwîn, mahşer hebû. Însanan li pişta hev siyar dibûn.
Ez dikarim bibêjim ku min heta wê rojê rewresmek û pêşwaziyeke ewqas qelebelik nedîtî.
Min wê demê xwe bi xwe got ku xwazî Seyda Cegerxwîn yek saniyekê zindî bibe vê qelebelixê bibîne, dê gelek bextewar bibe ku gelê kurd çiqas ji wî hez dikiriye.
Wê demê min carek din dît ku kurdan kesekî xwe yê gelek berhemdar, bi qiymet, qedirbilind, şaîrekî neteweyî yê mezin wenda kiriye.
Diyarbekîr, 05. 11. 2021