Kultur

Helbest:Şadiyê dirêsim

ȘADIYÊ DIRÊSIM

ez

lehengê destaneke hemdem

yê bargiran im

di dilê gelê xwe de

karwanê rêya azadiya

welatê xwe me

li firtûneyên jankêş

rêwitiyê dikim

û bi gavên lez û bez

ber bi rêya aramiyê ve

dimeşim

dostên sadiq hevrêyên min in

kirasê taristanên mijgirtî

bi tîrêjên hêviyê

vediçirînim

ji pêsîrên strana Derwêşê Evdî

meya sebirê dinoşim

û di sergêjiya bîranînan de

mest dibim

ramanên heqîqetê

qiblegeha dilê min yên hejar in

kilîda dergehê perestgeha xwe

ji hemû ol û baweriyan re

vedikim

xweşbînî cewhera derûniya min e

li dor ferişteyên gunehkar

semahê digerînim

duayên nimêja min

bi zimanên rengîn in

li heyveroniyê

konê serkeftinê vedigirim

û teşiya şadiyê dirêsim

bafiroka bextewariyê

ber bi keskesora aso ve

difirînim

bi çira tenêtiya bêhnteng

hinavên reşbûyî dibiriqînim

her şev

awaza têlên tembûra melûl

perdeya guhên min

dixemilînin

gulsosinên zozanan

di bişirînên yara bedew de

dipişkivin

li ber dengê def û zirneyê

agirê dîlana evînê geş dibe

û meydan dilerize

wêneyên çaxên genî

li kefenên darbestên wan

dipêçim

û rengê biharê li dilê xwe

nîgar dikim

li şabûna sibeheke dilpak

ji nav qirêja lepên minafiqan

difilitim

û xwe dispêrim hembêza

tovên qenciyê

xirabiya qeşa girtî

li ber peşkên barana xweşikiyê

dihelînim

li şevistanên nîvmirî

keziyên ronahiyê dihûnim

xumxuma çemên zelal

di nalîna hestên xewnên min de

diherikin

Xizan Șîlan

2018-11-22

Stockholm

Back to top button