Polîtîk

ENKS pirsa Pêşmergeyên Roj li gel Amerikayê gotubêj dike

ENKSê ragihand, dê li ser navçeya aram, ku Amerîka û Tirkiyê di destpêka vê mehê de li ser damezrandina wê li nav axa Rojavayê Kurdistanê li hev kirin, ji Amerîkayê daxwaza zelalkirinê bike.

Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Derve ya ENKSê, Kamîran Haco û Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê Ibrahîm Biro pêk tê, bi serdanekê li Washington a paytexta Amerîakyê ye.

Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Derve ya ENKSê, Kamîran Haco ji Rûdawê re dibêje, ew dê di serdan û hevdîtinên xwe de yên li gel rayedarên Amerîkayê de, gotûbêjê li ser mijara navçeya aram bikin, ku biryar e li nav axa Rojavayê Kurdistanê û li ser sînorê bi Tirkiyê re bê pêkanîn.

Kamîran Haco ragihand, îro şanda ENKSê li Waşingtonê li gel Cîgirê Wezarê Derve yê Amerîkayê dicive.

Kamîran Haco got, di vê serdana xwe de ew dê di derbarê Navçeya Aram û hûrhiliyê wê de daxwaza zelalkirinê ji Amerîkayê bikin.

Wî berpirsê ENKSê herwiha da xuyakirin, ew dê ji Amerîkayê bipirsin ku rola Kurd û Pêşmergeyên Roj li navçeya aram dê bi çi awayî be.

Amerîka û Tirkiye roja 7ê Tebaxê ragihandine, ku di encama danûstandinên rayedarên leşkerî yên herdu welatan de, herdu alî bi hev re li ser “avakirina navçeya aram bi hev re” û “damezrandina navendeke hevbeş bo hevahengî û birêvebirina karên damezrandina navçeya aram” li hev kirine.

Piştre çendîn car berpirsên Waşingtonê dane xuyakirin, ku damezrandina navçeya aram li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dê qonax bi qonax were cîbicîkirin.

Tevî ku herdu aliyan ragihandine, li ser navçeya aram li hev kirine, lê belê heta niha bi fermî ti hûrgiliyên wê navçeya aram nehatiye belavkirin.

Back to top button