Helbestek ji Naci Orhanê Miksî
SERÊ KELEHA ANTALYÊ
Serê Kelha Antalyê li pêş behra sipî ne
Çep û rastê me qesr in dora me tev zerî ne
Cenneta ser dinê ye tijî hûr û perî ne
Dilê min van naxazi lewra me dil birîn e
Welatê wan e eva Xudê pir xweş çêkirî
Çîya yû deşt û zuzan li dur behrê zivirî
Surgwil nêrgis û reyhan vebûne pir xemilî
Nizam pesnê wê bidem welatek pir şirîn e
Bax û baxçe zer dikin j’lîmon û purteqalan
Sera pir kemilî ne ber derê gelek malan
Buye cîyê seyranê nexasma evan salan
Otelê çar – pênç stehrîn gelek lib lê çêbûne
Seraser devê behrê insan di kevne avê
Keç û jin tev tazî ne kwir û law kente navê
Ser guhê hev da diçin paşê xu dinde tavê
Bi çavê min mêzekî tiştekê pir şermîne
Êvarê qîyamet e li dîskotek û baran
Qîz û law lev dikevin dibne bêder û garan
Caran lib-lib dilîzin caran jî dibne şaran
Dîskotek qumarxane ew temamen tijî ne
Ji imkanê Dewletê peran pir dinde wanan
Dibên çêkin otêlan pansîyon qumarxanan
Roj roj dewlemend dibin li ser pişta nezanan
Pirsa nezanan jî bikî em rojhelatî ne
Vêcar em biçne Welêt; ka welatim çawan e?
Sedê deh jê xwendî ne yê dî tev nezan mane
Tevê wan birçî muhtacê keriyek nanî ne
Bekçîyan jê derîn tev nanezik karê wan e
Tehlîkeya mal û can mirin her dem nîzîk e
Tu bê kuştin vî sucê nizanin ka kî dike
Belkî kurê te bigrin qatil bixû gilî ke
Tu çuyî kwirê te çu mala te şîn-girîn e
Tirs û lez nav xelqê ye nizanin çi hesab e
Mêla kîj alî bigrî wê´j alyê dî ceza be
Ev reng jîna li welêt jîneke pir ezab e
Xuda li nik xwu belkî çare bo me bibîne!
Ev kurtîya halê me êdî nizanim bêjim
Dûxan e-l ser gundê me ji dengê topan gêj im
Rojkê bi tenê were derdê xû bo te rêjim
Niha ji nik min dûr be muxbîr dor me tijî ne
Naci Orhan Miksî
Antalya 12.02.1996