Kultur
Helbestek: Hawar
Hawar e li rojava hawar
dijmin bûye wek gurê har
cihê dike zarok ji dayîk û war
ey gelê gernas û mêrxas
danekeve ji helwest û daxwaz
guhdar bike va xweş awaz
pişt bidin hev çi rast û çep
rizgar bibin ji nav dest û lep
sûd bigirin ji va dema gerek
derfeteke ku kurd bibin yek
dev jê berdin karî bi tek
ji bîr bikin rêjîma werdek
ji ber neyar û pirsa dijwar
bûm penaber bê xak û dar
kerwan bi rêket li sînoran
zarok pêket tev histêran
hawar dike dayîka pîr
xwesteka min dilopek şîr
ev rêwîtî naçe ji bîr
hawar bikin tev zarok û jin
ev çi rewş e bo jîna min
bila koçke va roja reş
hêviya min jiyanek xweş
şeva sayî bi stêrka geş
Cengîz Hemdoş