Helbesta bê îradeyê
Zikrî MûsaMixabin gotinên Serokkomarê Iraqê û serkirdeyê YNKê birêz Fûad Mehsûm derbarê serxwebûn û dewleta Kurdistanê, ku di hevpevînekê de li gel rojnameya fermî ya partiya xwe de kiriye, berdewamiya wê hewla saykolojî û siyasî ye, ya ku dijmin kar dikin bo bê îradekirina gelê Kurdistanê û nehiştina baweriyê li cem wan. Gotinên Mehsûm, pirîng in ji ber ku nêrîna hinek siyasetmedarên kurd li dijî serxwebûnê derdixe.Fûad Mehsûm dibêje: Hûnê çibkin ji Dewleta Kurdî eger hûn ji niha ve dizanin dê bibe sedema çendîn salên dûrûdirêj ji şer?Beriya her tiştî ya rast Dewleta Kurdistan e, gotina Dewleta Kurdî şaş e. Piştre cenabê Serokmar baş dizane ku her demê Iraq bihêz bûbe guvaş xistiye ser Kurdistanê û li mafê wê mikur nehatiye. Di sed salên borî de, kesî behsa serxwebûnê nekiribû jî, lê gelê me bi kîmyabaran û Enfalan hatiye qirkirin. Mane em bûn ê ku deng da Destûra Iraqê û me daxwaza serxwebûnê nekiribû. Lê ew destûr hat binpêkirin û madeya 140 hat piştguhkirin û Nûrî Malikî artêşa Iraqê û tank anîn ser Kurdistanê û dixwest Xaniqîn Dagîr bike û herwiha nanê xelkê Kurdistanê jî qut kir. Jibilî van tiştan, ew destûra ku hûn şanaziyê pê dikin, bi pişek îmze tê binpêkirin û ti bihatek jê re namîne.Dewleta me hebe yan nebe, nêta şer û xweferizkirinê li cem Bexdayê her heye. Lewma ji bingehê de dirustkirina Dewleta Kurdistanê bo rêgirtin li şer e û bow ê yekê ye ku em bikarin xwe biparêzin.Cenabê Serokmar, eger piştî DAIŞê Bexda daxwaza Xaniqîn û Şingal û Kerkûkê kir kir, ku dê her daxwaz jî bike, bila bersiva me çi be? Gelo em teslîmî wan bibin? Yan em liber xwe bidin û şer bikin? Eger Heşid, piştî DAIŞê berê xwe da me, em çi bikin? Em bibin beşek ji sîstemeke mezhebgerî yan em şerê wan bikin? Pêwîst e em dewleta xwe rabighînin da ku ji niha ve em rê li pêşiya şer bigirin. Eger em wisa bêîrade û lawaz û dûdil derkevin, bi piştrasî emê bi hêza çek dest ji fedraliyetê jî berdin û qurbaniyên xwe vala berdin.Birêz Serokmar…Dewlet û serxwebûn nedaxwaz e, maf e. Ne hejêkirina keçeke rind e, lê belê mafekî rewa yê gelê te ye. Gelê kurd pêngav avêtine ber bi serxwebûnê ve, û nerastiyeke mezin e eger em bêjin gelê Kurdistanê kar jê re nekiriye. Ma qurbaniyên gelê me bi sedsalan ji bo çi bûn? Baş e Kurdistan ne cihê pêkvejiyan û aştiyê ye? Û peyama wî cihê ku tut ê de serokmar e, mezhebgerî û înkar û xweferizkirin e. Kîjan ji wan herdu peyaman xizmeta mirovatiyê dike? Serxwebûn jî nediyariyek e, ku em li hêviyê bin xelk bidin me, dewletbûn ya welatî û gel e.