Hikûmeta Herêma Kurdistanê, jibilî ku hemû nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê xistin rewşa amadebaşiyê de jibo wergirtina birîndarên teqîneyên Qamişlo, 3 ton derman ji aliyê rêvebriya giştî ya tendurstiya Duhokê bo wî bajarê Kurdsitana Rojava şand. Derbarê vê mijarê Serokê Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) Iberahîm Biro ragehand: “Rewşa welatiyên Qamişlo piştî vê teqîneyê xirabe, lewma hêvdarim hemû alî alîkarbin jibo xizmeta birîndar û xizmên şehîdan.” Li gorî gotinên Iberhîm Biro wan ti zaniyarî nînin li ser teqîneyên terorîstî, lê dibe ku PYDê jiber ew deselate rê bi birîndaran nedabe jibo ku bighên Herêma Kurddistanê.” Herwiha got: “Komîteya ENKSê hatin deriyê Pîşabûrê jibo wergirtina derman û pêdawîstiyên bizîşkî jibo wan bighînin birîndarên Qamişlo.” Bi hema şêwe Cîgirê Rêvebriya Giştî ya Dergehê Pîşabûrê Raîd Nazim Hemîd ragehand: “Em heta niha jî li bendî wê yekê ne ku birîndar bighên derî û derbasbin, lêbelê heta niha jî ti birîndarek negihştiye, lewma Herêma Kurdistanê ev qasa dermanan şand Qamişlo.” Nazi, Hemîd got jî: “Em jî nizanên sedemên negihştina birîndaran, Deriyê Sêmalka ku ji aliyê PYDê ve birêve diçe, me çend caran pêwendî ligel wan kirî, lêbelê ti pirsivek nedan me, ne dibêjin em dê birîndaran derbasbikin ne jî dibêjin em wan derbas nakin, bi tenê gotin em dê bi serkirdeyên xwe re biştexilin û bersiva we bidin, lê heta niha ti bersiv nedane.” Herwiha got: “Alîkariyê derman yên Herêma Kurdistanê jibo birîndarên Qamişlo ji derman, pêdawîstiyên pizîşkî ku ji 3 tonana pêktê û hatin amade kiri bi rengê ku bi zûtirîn dem bighên Qamişlo.” Îro 27 Temûzê du teqîneyên mezin bi riya otombîlek bimbekirî û xwekujekî li Qamişlo pêkhatin û ev yek bps edema ku bidehan welatî şehîbikevin û bi sedan jî birîndarbibin.Bas
Pêş
10/11/2024
Konsera hunermenda kurd Xecê li 3 parêzgehan hat betalkirin
10/11/2024
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyozê Japonê kir
Têkildar
Balkêş e ?
Close