Polîtîk
Hejmara Kurdên Rojava li Başûr 250.000 derbaskir
Hejmara Kurdên Rojava li Herêma Kurdistanê da heta niha gihîştiye zêdetirê 250 hezar kesan û tenê li nav wargeha Domîz de navê zêdetirê 116 hezar koçberan hatiye tomar kirin.
Berpirsê ragihandina Wargeha Domîz jî dibêje “Me kariye gelek projeyên xizmetê ji bo wan dabîn bikîn û li demeke nêzîk de ji bo xwe germkirinê neft li ser koçberan de dabeş dikîn”.
Salim Seîd Berpirsê ragihandina Wargeha Domîz got: “Heta niha hejmara wan koçberên li wargeha Domîz de û navên wan hatine tomar kirin, zêdetirê 116 hezar kesin. Bi awayeke giştî jî hejmara Kurdên Rojava li Herêma Kurdistanê, gihîştiye 250 hezar kesan”.