Kultur

Hejmara çile 2011 ya Le Monde diplomatique kurdî derket!

Hejmara Le Monde diplomatique kurdî ya çileya 2011an dîsa bi naverokeke dewlemend û bi mijarên li ser siyaset û çanda Kurdistan û cîhanê ve derket pêşberî xwendevanên kurdî.

Di vê hejmarê de nivîseke Dr. İsmail Beşikçi ya bi navê, ’’Civata tirk, kurdan çawa fam dike?’’ cîh digre. Beşîkçi, di nivîsa xwe de analîzan li ser politikaya dewleta tirk û kirinên wê yên li ser kurdan dike û bi mînakan cotstandartiya wê şanî dide; çawa bîr û raya civata tirk bi şovenîzmê tê dagirtin û civak bi xwe dibe xwediyê gelek cotstandartan û berdevkê ramanên pêşhikumane.

Nivîseke din a redaksiyona kurdî jî ewe ku bi navê ’’Rista agahdarbûna ji rastîyên dîrokî yên Dêrsimê li ser çareserkirina pirsgirêkên îroyî’’ ji aliyê Prof. Dr. Ahmet Özer ve hatiye nivîsandin e. Özer, bi çavkanî û mînakan ji dîroka zilm, ferman û kiryarên Dersîmê analîzan dike û ji bo roja îroyîn rê dide ramanên çareseriyê. Pêşniyazên xwe yên ji bo çareseriyê jî bi awayeke vekirî di heft beşan de tîne ziman.

Di beşa ‘’Arşîva Bîra Kurdan’’ ya Le Monde diplomatique kurdî de, du nivîsên ku di sala 1977an de ji aliyê rojnamevanê lubnanî Sélim Turquié ve hatibûne nivisandin û weşandin cîh digirin. Turquié, di nivîsekê de du pirtûkan dide naskirin, ku yek ji wan ji aliyê Ismet Şerîf Vanlî ve hatibûye nivisandin. Nivîsa din jî, li ser zilm û zordariya dewleta Iraqê ye, ku piştî peymana Bexda u Tehranê ji aliyê Baasîyan ve li dijî gelê kurd hatibûye meşandin.

Le Monde diplomatique kurdî, di vê hejmarê de dîsa cîh daye hin dosyeyan.
Yek ji van dosyeyan, li ser rastgirên radîkal yên Ewropayê ye û bi giranî li ser pêşveçûna hêzên rastgir û rasîst yên ku di salên dawî de zêde û bi hêztir bûne. Di dosyeyê de ev nivîsên li jêr yên têkildar hene :

1)’’Dema dij-sîstem xeyala dij-sîstembûnê dikin(Rastên radîkal ên ewropî, di navbera neofaşîzmê û normalbûnê de). Ji aliyê Dominique Vidal ve hatiye nivisandin.
2)’’Geert Wilders yan jî îslamofobîya bigewdebûyî’’. Ji aliyê Rinke van den Brink ve hatiye nivisandin.
3) ‘’Li Belçîkayê nesîmetrîbûnên rasta nasnameyî‘‘. Ji Serge Govaert ve hatiye nivisandin.
4)’’Ji Madrîdê heta bi Romayê‘‘(Li rastê, jihevdeketin û ji nû ve pêkanîna nîzamê). Ji aliyê Laurent Bonelli û Raffaele Laudani ve hatiye nivisandin.

Hin gotar û nivîskarên ku di LMd-kurdî ya vê mehê de cîh digrin weha ne :

-Li rojhilatê giraniya rabirdûyê, Michael Minkenberg
-Ewropî, bi şerekî re ku ne yê wan e, rû bi rû man e. An jî, Almanya li pey statuyeke hêza mezin e, Philipp e Leymarie
-Cîhaneke din mumkin e, Laurent Cordonnier
-Hêştirên Çînî û Hecînên Suûdî(Di bin sîya Waşîngtonê de têkilîyên Pekîn û Rîyadê) û Dîplomasiya Hecê, Alain Gresh.
-Çîn û Kore, Philippe Pons, nivîskar li ser aboriya van her du dewletan û tesîra wan ya li ser cîhanê radiweste.

-Du nivîsên balkêş jî li ser Wikileaksê ku demekî dirêj rojeva cîhanê mijûl kir, di vê herjmarê de cîh digirin:

a)‘‘Gava sazî nema dikarin razên xwe biparêzin‘‘ ji aliyê Felix Stalder ve
b)‘‘Daxwaza mirina peyamnêr‘‘, ji aliyê Philipp e Rivière ve

-‘‘Mîratgirên lanetî yên Peravên Îvoriyê‘‘, Vladimir Cagnolari

-‘‘Qiraxê Kêlbefîl pêşeroja xwe dileyize‘‘, Michael Galy
…..

LMd-kurdî, ji bilî nivîsên jorîn di beşê ’’Ji çapemenîyê’’ de jî cîh dide hin nûçe û analîzên ku ji medyaya rojhilata navîn û cîhanê hatiye bijartin jî. Rojname, piştî fîlm û albûmên kurdî di hejmara xwe ya nû rûpela xwe ya dawîn de jî cîh dide malperên kurdî. Di vê hejmarê de herweha wêneyên wênesazê kurd Rodi Khalil rûpelên rojnameyê xemilandine.

Beşê Kultur-Polîtîk yê Le Monde diplomatique kurdî, dîsa ji aliyê Kejo Bajar ve hatiye amadekirin û behsa sê pirtûkên ku nû hatine weşandin dike. Yek ji wan, romaneke macera ya R. L. Stevenson e, ku bi navê ‘’Girava Gencîneyê“ hatiye nivisandin û di nav weşanên Lîsê de derketiye û wergera wê ya îngîlîzî-kurdî jî ji aliyê Bilal Çelik ve hatiye çêkirin. Du pirtûkên din, ku li ser wan têne sekinandin, ji aliyê nivîskarên kurd Rênas Jiyan û Lokman Ayebe ve hatine nivîsandin. Pirtûka Rênas Jiyan, ‘’Ji Şevê re Çend Têgehên Dera Hanê’’ (Weşanên Belkî) ceribandin û rexne ye. Romana Lokman Ayebe, ku bi navê ‘’Gava Heyatê’’ nivisandiye, di nav Weşanên Belkî de derçûye.

 

www.lemonde-kurdi.com

Back to top button