HECÎ FETAH HEZROYÎ (1892-1975)

Zeynelabidin Zinar Yek ji zana û rewşenbîrên Kurd ê Sedsala Bîstî, Seydayê Hecî Fetahê Hezroyî ye.Hecî Fetah di sala 1308ên Koçê de, li gundekî bi navê Zuxr hatiye dinyayê (Ev tarîx li pêşberê ya Zayînê, dike 1892). Roja 21ê meha Sibata 1975an jî, roja Înê wefat kiriye û li goristana bajarê Hezroyê jî ketiye wargeha xwe ya sermedî.Fetah Hezroyî di zarûktiya xwe de dev bi xwendina olî kiriye û piştre li Medreseya Kurdî domandiye. Dema ew bûye şazdesalî, bi xalê xwe Mela Ebdulah re çûye Hecê. Ji ber vê yekê ye ku ew, bi nasnavê hecîtiyê hatiye navdarkirin.Bêguman piraniya melayên Kurd çûne serdana Mala Xwedê jî, lê belê ji wan re HECÎ nayê gotin. Ji ber ku nasnavê meletiyê li ba Kurdan pir bi qîmet e.Îcar ji ber ku Fetah Hezroyî berî ku bûbe mela, çûye Hecê, jê re Hecî Fetah Hezroyî hatiye gotin.Îcar ji ber ku ew zanayekî navdar û xwediyê hunereke dewlemend bûye, herweha gelek salên dirêj desr jî dane, jê re hem seyda û hem jî hecî hatiye gotin. Ew di nava xelkê wek: Seydayê Hecî Fetahê Hezroyî hatiye naskirin.Li gor agahdariya seydayê hêja, Zeynelabidin Amedî ku di pêşgotina dîwana Seydayê Hecî Fetah Hezroyî de nivîsiye: Jînenigariya vî zatê pîroz weha ye:- Fetahê Hezroyî, pêşî li bajarokê Hezroyê, li ba xalê xwe Mele Ebdulah xwendiye.- Piştre çûye li medreseya gundê Tileloya Diyarbekirê xwendiye.- Demekê Hecî Fetahê Hezroyî çûye bajarokê Licê, li ba desdarê binavûdeng Mele Muhemed Hadî xwendiye.- Piştre jî Hecî Fetah Hezroyî li ba Seyda Mele Ebdulah Meylanî xwendiye.- Piştre çûye bajarê Hezo û li medreseya Ceznê, li ba seydayê gorbihişt Mele Reşîd xwendiye.- Hecî Fetahê Hezroyî ji Ceznê jî çûye Farqînê û li ba serokê dersdaran seydayê gorbihişt Mele Huseynê Kiçik xwendiye, li wirê domandiye heta ku destûrnameya Medreseya Kurdî ji vî seydayî wergirtiye.- Seyda Hecî Fetahê Hezroyî destûrnameya Rêçika Nexşebendî jî wergirtiye. Lê belê Seyda bi rêçikê ve nelipiye û tenê dersdarî kiriye.- Di sala 1920î de azmûnek ji bo meleyan li Farqînê çêbûye, kesê ku azmûnê qezenc bikira, Osmaniyan ew ji birina leşkeriyê bêrî dikirin.- Hecî Fetahê Hezroyî ew azmûn qezenc kiriye û neçûye leşkeriyê.- Hecî Fetahê Hezroyî di medreseya xwe ve, 50 sal ders daye şagirdan.- Tê gotin ku ji hezarî (1.000) zêdetir alim û zana, ji Medreseya Hecî Fetahê Hezroyî derketine û piraniya destûrnameya wan zanayan, ji aliyê Seydayê Hecî Fetahê Hezroyî ve hatine dayîn.Seyda Hecî Fetahê Hezroyî, bi keça Şêx Mihemed Selîmê Hezanî re zewiciye. Lê mixabin zarûk ji vî Seydayê hêja re çênebûne û kurdunde koça dawîn kiriye.Lê belê ew hemû xortên ku li ba Seyda Hecî Fetahê Hezroyî xwendine, tev mîna kurên wî bûne û niha ew mîratxurê zanîna Seydayê Hecî Fetahê Hezroyî ne.Hin zanayên navdar ku destûrname ji Seydayê Hecî Fetahê Hezroyî wergirtine ev in li jêrê:1- Mele Xelîl, bûye miftiyê Diyarbekirê.2- Mele Derwêş, bûye miftiyê Urfayê (biraziyê Seyda Hecî bûye).3- Mele Ebdulah, bûye miftiyê Hezroyê (lawê xalê Seyda bû).4- Seyda Mele Ehmed Meylanî, bûye miftiyê Licê.5- Mele Heyder, bûye miftiyê Îzmîrê.6- Mele Seîd Ergen, bûye miftiyê Farqînê.7- Mele Ebdulmecîd, bûye miftî.8- Mele Mehfûz, bûye miftî.9- Mele Mihemed Bîlîcî.10- Mele Selîm Yilmaz, bûye waizê navendîya Enqerê.11- Mele Sebrî Îlhan, bûye waîz.12- Mele Sebrî Înal.13- Mele Zahid Meylanî.Û gelekê wek van zatên hêja ku navê wan hate gotin, li ba Seyda Hecî Fetahê Hezroyî xwendine û navûdeng dane.Seyda Hecî Fetahê Hezroyî, zimanê farisî û yê erebî jî, weke yê kurdî dizanibû.Seydayê nemir gelek helbest bi zimanê kurdî, herweha bi zimanê erebî û bi yê farisî jî nivîsîne.Mele Zeynelabidin Amedî helbestên Seydayê Hecî Fetahê Hezroyî yên kurdî berhev kirine û wek dîwan, dîsa bi tîpên erebî dane weşandin.Lê mixabin ji ber desttengiya diravî, dîwana Seyda Hecî Fetah û ya Mele Mihemed Nûredîn Bişêrî-Sînanî, herdu bi hev re wek cildek hatine çapkirin.Berhemeke din jî ya Seyda bi zimanê erebî û bi navê Hediyetu-ssebyan heye, lê hêj nehatiye çapkirin.Di vê Dîwana Seyda Hecî Fetahê Hezroyî de, 59 helbestên babetcihê hene ku yek ji ya din xweştir û şêrîntir e. Helbestên Seyda tev bi kêş û qafiye ne, hinek ji wan bi 8 kiteyan dikişin, hinek bi 11 kiteyan, hinek bi 14, hinek bi 15 û hinek jî bi 16 kiteyan dikişin.Nasnavê Seydayê Hecî Fetah Hezroyî jî di helbestan de FETHÎ ye.Eve çend helbes ji Diwana Seyda Hecî Fetah Hezroyî:Rûpel 31:Ev beş 11 malikên çarîne ye, bi 8 kiteyan dikişe û qafiye ”H”ê ye:Dîsa ji nû lebşekerînAvête dil işq û evînLew bûye mecrûh û birînHer dem dike sed ah û ah!Rûpel 32:Ev beş 14 malikên durêz in, bi 15 kiteyan dikişe û qafiye ”E”ê ye:Fîl heqîqet rindî û husna hebîban her heyeLê ziyade ger bibînit, aşiqî rencûrdil eRûpel 34:Ev beş 11 malikên durêz in, bi 8 kiteyan dikişe û qafiye ”Δ ye:Helak bûm ez ji destê teRevandî dil ji destê meJi zulfan lew bi efxan imBi ahînê hezar zarîRûpel 35:Ev beş 17 malikên çarîne ne, bi 7 kiteyan dikişe û qafiye ”BÛ” ye:Bihar bi ser me hatîLê fayde nîne eslaYar ger wîsal nîneBax û buhar ne xweş bûHa ev helbestên ku hatin xwendin, di binê qedexetî, kotekî û hovîtiyeke wisan de hatine nivîsandin ku di wan deman de kesî nedikaribû ji ziman û vêjeya kurdî, tenê behsa tîpa Kyê jî bikira. Lê belê van lehengên Medreseya Kurdî, xameya xîretkêşîya nijadî dane destên xwe û nehiştine ku vêjeya Zimanê Kurdî wenda bibe.

Nerîna min :