Hebûna parçeyek azad li herêmê pêşketinek erênî ye.

Li Swêdê, parlamentêra partiya Moderatan Ulrika Karlsson, ji Uppsalayê cereke din weke namzêd hate nîşandan. Xanim Karlsson hiqûq xwendiye, rêvebiriya kovaran kiriye û aliyê wê yê wênekêşî jî heye. Li weqfa Jarl Hjalmarsonê nasdar de li ser pirsa pêşxistina demokrasiyê li cîhanê xebatê dike. Li ser mijara bîyaniyan têra xwe zane ye. Xanim Karlsson hez ji Kurda dike û dosta Kurda ye, li daîreya xwe ya fermî bi serbilindî ala rengîn bi dîwêr ve heye.

Em di rojên dawiyê yê hilbijartinê de hev dibînin û li meydana bajarê Uppsalayê di dema axaftina wê ji xelkê re, lê guhdarî dikin. Paşê tê cem me. Bi dil germî silavê dide me. Me dibe hundir û wêneyên li ser çalakiyên xwe jibo Kurda nîşanî me dide. Sohbeta me didome…

Qala programa xwe ya hilbijartinê dike: ”Bi giranî em li ser pirsa peydekirina kar radiwestin. Ez dixwazim barê şîrketên biçûk siviktir bibe. Her wisa ewlekariya hemwelatiyan li mal û taxan zêde bibe. Siyaseta bîyaniyan nermtir û aliyê wê yê însanî zêdetir bibe”.

Ez dixwazim qala mijara esasî bike. Ew ji ber xwe ve qala wê dike: ”Ez di komîsyona edaletê ya meclîsê dixebitim. Ji bo min, parastina mafê mirovan pirsek pir giring e. Azadiya hizirkirinê û çapemeniyê jî wisa.”

Berî ew dîtina xwe li ser pirsgirêka Kurd bihêne zimên. Em, ne yekser, lê bi şêweyekî nerm û rexneyên dostanî, serokê wan yê berê û serokwezîrê niha birêz Carl Bildt rexne dikin û hêviyên xwe dihênim ziman ku, wî dikarîbû ji bo Kurda gavên erênî bavêta. Bi taybetî li ser zextên Turkiyê yên li dijî Kurda.
Hinekî radiweste û bêhtir li ser pirsê kur dibe: ”Divê mirov di dema peymanên tîcarî û pêkanîna projeyên pêşketinê bi Turkiyê re pirsa mafê mirovan û pêşketina demokrasiyê jî bihêne rojevê, tevayên van karan bi hev re bide meşandin û raçavkirin. Ev yek dê rê ji bo pêşketin aborî, mafê mirovan û demokrasiyê bi hev re bike. ”

Paşê qala başûrê mezin û yê biçûk dike: ”Hebûna parçeyek azad li herêmê pêşketinek erênî ye. Kurd li wir îdareya xwe heye û bi destê xwe karên xwe dikin.” ”Mixabin”, dibêje Xanim Karlsson, ”mixabin e ku li Suriyê rewşa Kurda zêde ne baş e. Divê pirsgirêka hemwelatiyê bê çareserkirin. Pêwîst e pirs, di dema îmzekirina peymanên bi Suriyê re û hevdîtinên fermî de were holê. Pêlkirina mafê mirovan nikare bê pejirandin û divê rêz ji mafê mirovan bê girtin.”

Li cem me Therez Olssonê heye. Ew bi xwe jî di partiya Moderatan de sekretera polîtîk e. Li me guhdarî dike. Dema Xanim Karlsson diçe derve, em jê dipirsin: ”Dîtina te li ser Xanim Karlsson çiye. Di gel bandora Carl Bildt li ser siyaseta derve dê karîbe ji bo me Kurda xebatê bike û gavan bavêje?”. Em li hev dinêrin û hinekî dikenin. Xanim Threrez wisa dibêje: ”Eger ew sozekî bide, ew ê xwedî li soza xwe derkeve. Mirovek durust e, aliyê wê yê însanî zêde ye. Lewma li ser pirsgirêkên ew dixebite ew biryarê dide.”

EuroKurd News / Azad Heyder & Gabar Çiyan

Nerîna min :