Cîhan

Di pirsa kurd de 10 daxwaz

Ji rojavayê Kurdistanê ye mamoste Ismail Kamil. Demek dirêj e di nava Partiya Gel (Folk Partiet) li Swêdê kar dike. Li zaningehê ders daye. Di meclîsa wîlayeta bajêr de di rêvebiriyariya karên tenduristiyê de ye. Partiya Gel wî ji bajarê Uppsalayê berendamê parlamentoyê nîşan daye.

Em diçin Uppsalayê ji bo serdana wî û guhdarîkirina axaftina wî. Bîyanî û Swêdî, pir mirov li wir in û lê guhdarî dikin. Hinek pê re qise dikin. Telefona wî nasekine, bersivê dide. Radije beyanên partiyê di nava xelkê de belav dike. Enerjiya li cem heye, me kêfxweş dike.

”Jidayikbûn û mezinbûna min li cihekî ku ji aliyê dîktatoran ve bê îdarekirin, ez fêrî qedir û qiymetzanîna dîtina azad û zaniyariyê kirim”, dibêje. Mamoste Kamil ji bo demokrasiyê û mafê mirovan xebatên hêja dike.

Berî bi demeke kin, mamoste Ismail Kamil bi berendamên parlamentoyê yê heman partiyê, Gulan Avci û Fredrik Malm re 10 daxwazên xwe, anku mercên partiya xwe ji bo ”Kurdistan û pirsa Kurda” anîne zimên û belav kirin:

– Di dema gotûbêjên bi Turkiye li ser pirsa endametiya Yekîtiya Ewropayê, divê mercên ji Turkiyê têne xwestin bi cî were
– Statuya Konsolosê Hewlerê bilind bike û pêş bixe
– Divê tedbîrên li dijî Iranê yê cezekirinê (mieyîde), bi piştgiriya tevgera demokrasiyê ve bê girêdan
– Pêwîst e Swêdê alîkariyekî taybetî ”ji bo kolandina tevkûjiyên li Iraqê eşkere bike” û ”bike cihê lêkolînê”, bide
– ”Ji bo mafê Kurda yê hemwelatiyê” bê pejirandin, zexta li ser Suriyê zêde bike
– Piştgiriya qonaxa demokrasiyê û mafê mirovan yê bingehîn bike
– Ji bo ”şîdeta li dijî jinê” û ”şîdeta li ser navê namûsê têne kirin”, toleransê nîşan nede
– Bixêrhatina hebûn û berdewamiya (hêzên) Emerîkayê li Kurdistana Iraqê bike
– Piştgiriya projeyên ku ”jiyana çandî û mîrasî ya mesîhiyan li Kurdistanê biparêze”, bike
– Idiayên ”bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Turkiyê ve” bike cihê lêkolînan.

Di heman partiyê de, Xanim Agnetta Simonsson demek dirêj karkiriye û cîgira serokê meclîsa belediya Uppsalayê ye. Simonssonê li ser mamoste Kamil wisa diaxife:

Min bi ismail Kamil re pir kar kiriye. Encamgirtin jê re giring e. Bi rêyên mantiqî, bêyî ku zêde wext bigire bighêje encamên erenî. Aliyê wê yê civakî, danûstandina bi xêlk ê re pir xurt e. Di xebatên xwe de, qiymetê dide hevalê xwe. Li ser pirsa mafê mirovan têra xwe kur e û zîrek e. hebûna wî di nava partiya me dewelendiyek mezin e.

Em demekê baş li wir dimînin, paşê xatir mamoste Ismail Kamil dixwazin û derdikevin rê. Lê dilê me pê re, bi tevayê nûnerê Kurda û dostên Kurda re ye. Em serkevtina wan dixwazin.

EuroKurd News / Gabar Çiyan & Azad Heyder

Back to top button