Civak

Evîndariya Evîn Çetînê dirêjî Efrîkayê bû

Ji Sosyal demokratan berdendama parlementoya Swêdê li Stockholmê Evin Çetin ne tenê li Swêdê, populer e, her wisa li Efrîkayê jî piştgirên wê çêbûn.

Duhî, ji Efrîka Başûr keçek Swêdî bi navê M. Stiling bi rêya malpera xwe ragihand ku, ew piştgiriya Evin Çetinê dike û ji bo ku dengê xwe bide Çetinê qala çîroka xwe dana dengê xwe wisa dike:

Roja pêncşembê ez ji Efrîka Başur bajarê Johannesburg derketim rê û min xwe gihand konsolosê Swêdê li Pretoria. Rê 3 saetan dirêj bû. Lê piştî kul i konsolosxaneyê min dengê xwe da te, ez dikarim bêjim ku, baş bû ku ez hatim û cihê serbilindiyê ku min dengê xwe da te. Di dawiyê de ez dikarim bêjim ku, min bi rêya siyasetvanek ciwan mîna te ku ji bo mafê wekheviya mirovan kar dike, li xwe xwedî derketim. Hêviya min serkevtina te ye…

EuroKurd News / Stockholm

Back to top button