KulturRojev

Hebûna evînê û zanîna hebûnê

Hebûna evînê mîna warê bav û kalan e

Mal bingeh û eslê wê ye

Hebûn hizr e, ruh e

Hebûn raman, giyan û hizr e.

Ruhê cîhanê di hebûna wê de ye

Ahrîman, Xwedayê wêrankirina hebûnê ye

Atman cewherê dide ruhê kesayetiyê

Ruhê evîna mirî ji bo laşeka nû ye.

Giyan bi welatê xwe re cewher e

Mîna xwedawenda hînbûn û zanînê ye

Wek vexwarina pîroz ya Huma ye,

Wek ”Holî” rengê rengan e.

Ruhê cîhanê di dil de ye

Evîn giyanî ye

Evîn hesreta giyanê ya ji bo axiretê ye

Evîn hevaltiya herî kûr e.

Evîn roj e

Roj ji hundirê xwe dibiriqe

Hilma Rojê ji ava çemên Dicle û Firatê bilind dibe

Roj tevahiya rastîyan e.

Evîn mîna seroka melekên Xwedê ye

Evîn mîna hesta Amesha Spentasê ye

Evîn nemir wek Ameretat e

Ew ku di kirasên xwe de ye.

Kaniya gunda evînê wek rojê dibiriqe

Tîrêjên Rojê diçirisin, ji şewqa evînê

Bêhn, hilm û rojê xweş e

Xwedawenda evînê, evîna biharê ya gul, dar û ber e.

Hilma evînê di bin tîrêja rojê de diçirise

Rojek, mîna kanîyek, ji wê dibiriqe

Di şeva herî tarî de min ronahî dît

Ji te hez dikim tu tu yî, xwedawenda welatê bav û kalan.

Tu wek Mem û Zîn î

Mîtra li ser çiyayê te diçirise,

Ferhat û Şêrîn

Leyla û Mecnûn.

Wek Remeo û Julia

Wek Afrodîte

Wek Hestia

Wek Venus.

Wek seroka milyaketan, Amesha Spentas

Wek horîyên ruhê,

Li dijî cin û şeytanan

Li dijî Ahrîman, Bekoyê Kurd.

Ruhê mirinê mîna hebûnê

Ya ku di hundirê xwe de evîn e

Mîna şerê tarî û ronahiyê ye

Heyînek dihizre.

Di navbera hebûn û heyînê de

Hebûna mirov û heyîna ku têde ye

Hebûn li cîhanê tirs, fikar, tawan, wijdan û biryar e

Li dinyayê mexlûqê ku xem dike.

Mirin ji bo hizrê weke hebûnê ye

Mirin, mirineka Sokrates weke rengekî hebûnê ye

Hebûnek li derveyî dem û mekan heye

Mirov nikare wê bibîne, li vir hebûna rastîn heye.

Hebûn an “bûn” mîna warê bav û kalan e

Mal bingeh û eslê hebûnê ye.

Hebûn mirov e, ruh e, evîn e

Hebûn raman, hizr û evîn e.

Hebûn, heyîna herheyî ye

Hebûn mîna giyanê li cîhanê ye

Hebûn serbixwe ye

Hebûn bi wate û bi nirx e.

Giyan bi xwe, qet namire

Giyan hest, hizr û laş e

Giyan bê giyanî ye; ruhê cîhanê ye

Ew qet namire.

Beden, laş dihzre

Evîn e

Evîna aqil e

Evîna şehrezayiyê ye.

Di jiyanê de şada herî mezin evîn e

Evîn bextewariya herî bilind e

Evîn tevahiya cîhanê ye

Evîn giyan e, evîn hesta hundirîn e.

Evîn dikare şer, pevçûnan ji holê rabike

Evîn Xwedawenda aştîyê ye

Evîn dermanê hemû nexweşiyan e

Evînê ruhê dil e, ruhê min e.

Hebûn giyan û laş e

Hebûn di hundirê xwe de ye

Hebûn di hundirê xwe de nemir e

Hebûn ji bo xwe ye.

Ya ku hê ne tiştek e wekî ruhê mirî

Ya ku ye

Di bedenê de heye

Bi laşê xwe re dimîne.

Di laşê xwe de dihizre

Ji bo laşê xwe li cîhanê ye

Hebûn hebûna hundirîn e

Hebûn hesta hundirîn bi xwe ye.

Di nava xwe de dihizre

Hebûn mîna laşê înkarê ye

Weke nebûnekê ye

Di hundirê xwe de dihizre û bi xwe heye.

Dilê min dilê te ye

Dilê te dilê min e

Serkeftina te, sekeftina min e

Ruhê te, ruhê min e.

Evîn melek e

Mîna Amesha Spentasê ye

Nemir Ameretat e

Ew ku di kirasên xwe de ye

Awira çavan digihêje çavên min

Çavên te min dihejine

Di dilê herî hundiırin de

Çavên te agir in

Çavên te û ruhê min.

Evîn mîna tava tîrêjê, stêrka biriqandî ye

Evîn mîna rondikên MÎTRA ye

Evîn cewhera hundirîn e

Evîn di giyan de tevdigere, hebûna ruhê cîhanê ye.

Ruhê wê weke giyana cîhanê ye

Kena wê mîna ruhê min e

Cîhan di dilê wê de de ye

Ruhê wê ji bo cîhana min e, ruhê dinyayê ye.

Maruf YILMAZ, (doktoremend, lêkolîner, mamoste)

Back to top button