CivakRojev

Atletico Madrîd dibistanek werzişê li Herêma Kurdistanê vedike

Hat ragihandin ku tîma Atletico Madrîd a Spanyayê wê li Herêma Kurdistanê hin projeyên girîng yên wek dibistanên werzîşî û tenduristiyê bi veke.

Serokê Desteya Veberhênana Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Spanyayê Aydin Ostan, îro li gel nûnerên Atletico Madrîd yên li Spanyayê civiyan.

Di hevdîtinê de behsa mijarên alîkariyên dualî, handana dualî ya mijarên sermayerazandinê û veberhênana kompanîyên Spanî li Herêma Kurdistanê hat kirin.

Li gor daxuyanîyan, di civînê de biryar hatiye girtin ku kompanyayên Spanî li Herêma Kurdistanê di warê tenduristî û werzişê de veberhênanan bikin û rêvebirên Atletico Madrîd jî serpereştîya werzişvanan li dibistanên ku tên avakirin bikin.

Back to top button