CîhanRojev

Di navbera Almanya û Iraqê de amadekarîya peymana penaberan

Almanya xwe amade dike ku bi Iraqê re peymanekê îmze bike û penaberan vegerîne.

Nûnerên hikûmeta Almanya û Iraqê di destpêka hefteya borî de li paytext Berlînê li hev civiyan û “daxuyanîya hevbeş” a ji bo vegerandina penaberan îmze kirin. Ev civîn di dezgehên ragihandina Alman NDR û WDR de bi hevbeşî hat ragihandin.

Hat zanîn ku ev çend meh in danûstandinên navbera Almanya û Iraqê berdewam dikin. Li gor daneyên Wezareta Navxwe ya Almanyayê, heta dawîya sala 2022an 35 hezar welatîyên Iraqê hene ku wê ji Almanyayê bên dersînorkirin.

Hat tomarkirin ku dersînorkirina 32 hezar kesan dereng maye û 7 hezar û 900 kes jî ji ber nebûna nasname û pasaportê nikarin bên dersînorkirin.

Back to top button