Cîhan

HDP: Nabê li himber Ataturk birêzî bête kirin

Li Tirkiye gotinên bêrêzî li dijê Ataturk tawaneke û gelek kes ji bo vê yekê hatine darizandin û ketine di girtîgeha de.Niviskarek bi nave Suleyman Yesilyurt behsa Ataturk kir û di medyayê de hat ragihandin ku Suleyman bêrêzî li dijê Ataturk kiriye. Dadgehê biryara girtina Suleyman Yesilyurd da û ew kirin girtigehê de.Piştî vê bûyerê di seri d CHP û Kemalistan bêrêziya li himber Ataturk kirin rojeva siyasî û rojane ev yek wek babetek siyasî gotubêj kirin.Li himber vê yekê Kemalistên di nava HDPê de bê deng neman û Cîgira Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di parlementoyê de, Filiz Kerestecioglu jî di parlementoyê de konferansek rojnemevanî ji bo vê babetê li darxist.Kerestecioglu got: Li Tirkiyê serokekî ku bi sed hezaran kes rêz li ber wî digrin û weke damezrînerê vî welatî  dibînin, sivikatiya bi vî rengî û bi taybetî jî di derbarê diya wî de li ser cinsiyetê ji aliyê me ti kesî ve nayê qebûlkirin.Filiz Kerestecioglu niha qandidate ku şûna Figen Yuksekdag bibe hevserokê HDPê.Kerstecioglu bi xwe tirke û parlementa HDPê ya Stanbulê ye.

Back to top button