HDP çewe pirsa kurd çareser dike
HDPê bi civînekî dest propagandaye hilbijartinên herêmî kir. HDP li Diyarbekirê civiya û di civînê de hevserokên HDPê Sezai Temelli, Pervin Buldan û şeredarê Mêrdinê yê berê Ehmet Turk axivin. Hemûya di axavtina xwe de behsa kayuma kir û daxwaz kirin ku cardin şeredariyan bistinin.
Buldan di axavtina xwe de da xûyakirin ku divê di nava partiyên kurd de hevkariyek pêkwerê û li himber vê desthilata AKPê kurd yekitiyek ya hilbijartina pêkbînin. Ji aliyek din ve Buldan behsa Îrada gelê kurd kir .
Niha di axavtina Buldan de gelek vekirî bangek bê wate heye. Buldan dema behsa îrada gelî kurd dike, ew HDPê wek îradeya gelê kurd dibîne. Ji aliyek din ve bangî partiyên kurda ji bo yekitiyekî dike. Lê behsa prensibên yekitiyê nake. Ji ber çi? ji ber ku tu prensibên wan di vê derbarê de tuneye. Eger HDP behsa yekitiya gelê kurd û partiyên Kurdistanî bike, divê ji berî her tiştekî HDP xwe wek partiyek kurd qebûl bike û vê yekê ji Raya Giştire deklere bike. Lê HDP xwe wek partiyek kurd nabîne, denga ji kurda digre lê tu pirsa wan ya kurdî tuneye.
Eger aliyên ku xwe Kurdistanê dibînin li gel HDPê hevkariyekî bikin divê bi prensiben netewî li gel HDPê rûnin. Eger vê yekê nekin dê bibin dûvikê berjewendiyên HDPê.
Hilbijartinên parlementoya Tirkiye de HDPê nekarî li gel partiyên Kurd hevkariyê bike û tu giranî neda dîtinên wan, HDPê pişta xwe da partiyên kurd. Gerek partiyên kurd vê tecrûbeyê ber bi çav bigrin.
Hevserokê HDPê Sezaî Temelli di axavtina xwe de got: Em dixwazin pirsa kurd çareser bikin. Temellî berdewamiya axavtina xwe de dide xûyakirin ku dê pirsa kurd çewe çareser bikin. Temelî di vê derbarê de dibêje:HDPê tekoşîna xwe li derdora Demokrasiya Radikal ve hunandiye. Demokrasiya Radikal, li himber hemû cudahiya me tînê ba hevûdin, civata demokratik , netewe û cumhuriyeta demokratik ava dike.
Ev gotina hanê gelek balkêşe. Tu pêwendiya vê gotinê bi pirsa kurd û çareseriya pirsa kurd ve tuneye. Gotarel Kemalist e, û parastina hîmên ku dewleta Tirk li ser hatî avakirine.
Di rastiya xwe de biryara HDPê ne destê wan kesan de ye ku li qada diaxivin û hinek pêşniyara dikin. Aliyên siyasî yên kurd hemû jî vekirî dizanin ku cihê biryara HDPê li Qendile. HDP nikare li gel aliyek din yên kurd bi îrada xwe hevkariyan bike. Ji ber ku îrada wan bi xwe li cihek dine.
Nûçe/Analîz