Bingeha doza kurd çîye?

Dilciwan Helbest

Balkêşeke berfereh û dûvdirêje, tevlîhev û gelicîye fêmkirin û naskirin, ne hesane. Divê tu dev ji berjewendî û kar û barê xwe berdê li ser vê mijarê lêkolîn bikê demeke dûv dirêj bixebitê heta ku tu hinekî fêrbibê.

Gelê Kurd bi tevahî û bi piranî çi dixwazin fikrû ramanê wan çine?  Di wextê herba cîhanê yekemîn de belkî gelê Kurd her kesî heya wan ji netewî û serxwe bûnê tunebû  hin ji feqîrtî û hin ji zilmû zora nav xweyî , bi piranî nexwendî û cahîl bûn.  Zulma pêşî Persa kir, a dudûwan Roma kir , a sisîyan  Selçûkî û Osmanîyan kirin li vî gelê Kurd.  A pêşî li ber çavê persa kelemekî mezin bûn, Pers gelekî ji gelê Kurd ditirsîyan wan digotin: Ku ev Kurd vefilitin û ferset bikevê destê wan wê me biqelênin, wê heyfa Meda û medîya ji me bistîn emê herin û hey herin.

Rom hîn xedartir bûn hovê xwînxwar bûn gelê Kurd kirin mahkûmê serê çiya di çîyayê asê de liberxwe didan , heta îro jî Kurd dibêjin Romî  ji eskerê Tirkan re jî dibêjin, romî.  Em werin dewra Îslamê Îslam derketê holê wexta ku Peyxemberê Xweda çêdibûn xwe hişkere dikirin li temamê dinyayê pêşî gelê bindest bahwerî bi wan tanîn.  Wexta ku (Pexember Mûhemed S E W) Dînê îslamê ji gelê dinyayê re îlan kir dûv Ereban re Kurd bi Îslamê bawer bûn ji sedî not misilman bûn ji razîbûna xwe re  Misilman bûn.  Ew çîrok mîrokê ku Faris dibêjin tev derewin, Gelê Kurd dixapênin!  Me gelek lêkolîn kirin li ser van mijaran ew tiştê ku dibêjin jinê Kurda birin bazara bi koletî firotin ew tev ê Farisa bûn Kurd berê Misilman bûn wê çima jinê wan bibin ev derewin.

Piştî ku dewleta Îslamê Qiralîyeta Persa hiweşand hingî Kurd ji xwe re rihet bûn êvara serbest razan. Piştî Emawîyan dema Ebasîyan de Kurda ji xwe re hinekî xwendin sê çar dewlet çêkirin, Lorîstan, Şedadî, Merwan dûra Eyûbî dewletî çêkirin. Dewletê Kurda berya Eyûbîya tev Selçûkîyan xerakirin, Selçûkî, ne Tirk bûn ji Afgenîtanê bûn zimanê wan peştûn bû, lê ji ber ku tev cahîlbûn ji Îranê memürê dewletê anîn zimznê dewleta Selçûkîyan Farisî bû.  Dûv Selçûkîyan re wahşê Osmanî hatin hîn wahş tirbûn, lê ji ber zûlma Bênamûsê Şah Îsmaîl  Kurd bûne tabiê Osmanîyan  neçar bûn ku Îdrîsê bedlîsî bi Osmaîyan re peymane çêkir!

Wê zulmê dewam kir heta herba cîhanê yekemîn,  dewleta zalima xerabû di wirde derfetek hate destê Kurda lê mixabin ew derfet bikar nan în.  Ji ber çi hîn ji sedî   % 97 nizanîbûn netew çîye ew hezar salî ku perwerda wan berberîya Eşîrtî û taxîtî bû  hinka ku zanîbûn jî ji wan re digotin wekî ku tu ji dewaran re bêjê  ga çi fêm dikê?  Ewê ku ji daw û dozê fêm dikirin xwendebûn zanbûn lê Eşîra wan tunebû, ewê ku xwedî Eşîr û hêzbûn ew cahîl bûn tiştik fê nedkirin li hev nekirin û çênebû ew derfet ji destê xwe berdan.  Îca niha emê werin vê demê ka gelê Kurd çiqasî şîyar bûye û çiqasî zane bûye?  Mixabin îrojî bi têraî zane û xewnde nebûne, hînjî hevsarê wan didestê dijmin de ye !

Îro roj çiqas dewletê ku di dinyayê de hene hemû nirxê wan rûmeta wan sifatê wan hene azadin kes nikarê niheqîyê li wan bikê, xwedî erdnîgerîn in, xwedî al in, xwedî hêzin, xwedî yasa û zagonin. Ev serkeftin ê di destê wan de ji bo ku xwedî dewletin û xwedî hemû tiştin.  Heger hebkî gelê Kurd, ji xew şîyar bûbê jî  li gorî vê demê û sîyaseta niha ne bese. Dinava Kurda de çend sazî û rêxistin çêbûne her rêxistinekê beşek ji Kurda dane dûv xwe ber bi malik wirankirinê ve dibin û hey ji xwe nînin.  Hinek bi navê sosyalîzmê ne, hinek bi navê Îslamê ne, hinek bi navê demokrasî ne… Ewê ku bêjin  ji Kurda re dewlet nepêwîste, Al ne pêwîste, Û dîn ne hewceye bela Kurd vêna qenc zanibin ku ew rêxistin ji terefê dijmin ve hatine avkirin, an Tirka,an Ecema,anEreba ev sazî avakirine!

Kurdê ku van tişta nizanibê hingî ewê guh dirêj,  ji wan biaqiltir e. Dibêjin dewlet û beyreq û dîn û namus û harita nelazime  ev ji bonî ku hûn bimînin kolê wan heta hetayê. Lê belê heta ku her kes fêrî van senaryo û van dolaban bibin jî gelek zore, bi fêlê gelek genî gelek binavkî wa dixapînin.  Em mejbûrin ku em ji hev re bêjin. Em tucarî ji gotina rastîyê natirsin boçî ku ez li ser rîya rastim û ez xwedî heqim maf mafê mine çima bitirsim?  Helbeta dijmin gefa bixwê çav tirsandinê bikê lê ûjdanê min rihete, ji virokera  ne di tirsim û ne di pirsim. Hinek bûyerê welat li ber çava ne û hinek jî di pirtûkê de tomar kirîne bela Milet xapên çiqas vira bikin nikarin her kesî bixapênin. Niha di vê rojevê de gelê Kurd di neqeba du duwaran de mane heyîrî nêzîkî kîjan dîwarî bibin ew dîwar wê bi ser wan de bikevê mane heyîrî di neqeba dîwarê xerabede.

Xilasbûne Kurda çîye?  Ewe ku her wextî rastîyê bi pejirênin û her wextî hevalê rastîyêbin, lê ku zanibin rastî û derewan jiv vewejêrin û bi ceger û wêrek bin ne tirsonek bin.   İro jî derfetek qedimye nîzêk bûye lê mixabin yekîtî çênabê û rêxistin nahêlin ku yekîtî çêbibê. Ji ber ku ferman ji cîranê meve tê van sazîyan nahêlin ku gelê me rihet bibê yekîtîkê çêkê nahêlin. Pirsgiraka mezin ku her wextî dikevê pêşya Kurda de evê ku fikrê wan çepin. Evê çepgir ev çend derba ji paşve xencera jahrê li nav milê Kurda dixin û Kurdîtîyê difroşin bi arzanî!  Ev fikrê çep ji xeynî ku afata keraseta bi serê Kurda de bînê tişî dî nîne, vê qenc bi pîvin û bikêşin.

 

 

Nerîna min :