Polîtîk

Hayê rêveberên YNKê bi gotinên Qubat Talabanî tuneye

Li gora nûçeya BasNewsê, Piştî ku Qubad Talabanî di axaftinên xwe de PDK tewanbar kir, hejmarek rêveberên YNKê peyvendî li gel PDKê çêkirin û xwe ji gotinên Qubad Talabanî bêpar kirin û gotin em ne li gel wan gotinan in.Çavkaniyek agahdar ji BasNewsê re ragehand, berî du rojan Qubad Talabanî di bangeşeya xwe ya helbijartinê de, ji bo çend dengan bidest bixe PDK tewanbar kir û hejmarek rêveber û kesayetên YNKê peyvendî li gel rêveberiya PDKê çêkirin û gotin em ne li gel wan gotinan in ku Qubad Talabanî kirine.Heman çavkaniyê got, wan rêveberên YNKê bi aşkerayî ji PDKê re gotine: ‘’Ew gotinên Qubad Talabanî nêrîna malbata Talabanî û malbata Îbrahîm Ehmed e. Ne yên hemû YNKê ne.’’Herwaha wan rêveberên YNKê nîgeraniya xwe diyar kirine ku careke din malbata Talabanî û Îbrahîm Ehmed êrîş li ser PDKê dane destpê kirin, lê ezmûnên berê nîşan dan ku pêwîst nake ew du malbat dijatiya PDKê û malbata Barzanî bikin. Herwaha heman rêveberên YNKê poşmaniya xwe jî nîşan dane ku dijatiya PDKê kirine, ji ber tiştên di dilê Îbrahîm Ehmed de bûne kul.
Back to top button