Polîtîk

Hevpeymanî ya “Berhem Saleh “ helwesta xwe diyar kir

Partiya Berhem Saleh ya ku damezirandêî, Hepeymaniya bo Demokrasî û Dadperwerî helwesta xwe derbarê vegera Berhem Salih YNKê radigihîne.Berhem Salih di meha Cotmeha 2017an de dest ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê vekişandibû û berî hilbijartinên 12ê Gulana bûrî ya Parlemantoya Iraqê Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadweriyê ragihandibû.Îro Berhem Salih vegeriya nava rêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û YNKê jî bi fermî Berhem Salih bo postê serokomarê Iraqî diyar kir.Li ser vê yekê, endamê Encûmena Giştî ya Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê Mihemed Reûf di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Hevpeymanî wek “projeyeke xizmetê” ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê dimîne û berdewam dibe.

Back to top button