Polîtîk

Mîranî: Berhem Salih ne berbijêrê PDKê ye

Sekreterê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil da xûyakirn ku, Berhem Salih ne berbijêrê wan ê serokomariya Iraqê ye û da got ku berbijêrê wan  heye.Di yekemîn helwesta PDKê ya li hember berbijêrkirina Berhem Salih ji bo serokomariya Iraqê ji aliyê YNKê ve, Fazil Mîranî ji Rûdawê re ragihand: “Beriya ku YNK ji me re bêje me dizanî dê Berhem Salih bikin berbijêr.”Fazil Mîranî red kir, ku Berhem Salih dê bibe namzedê partiya wan jî û got: “Ez niha nizanim ka dê kî bibe berbijêrê PDKê lê misoger divê berbijêrê me jî hebe.”Hêjayê gotinê ye, ku Encûmena Serkirdetiya YNKê îro nameya Berhem Salih a ji bo vegera nav YNKê pesend kir û ew wek berbijêrê serokomariya Iraqê destnîşan kir.Herwiha Hevpeymanî bo Demokrasî Dadperwerî ragihand, ku serokê tevgerê Berhem Salih bi awayeke fermî dest ji karkişandina xwe pêşkeş kiriye û wan jî ev yek qebûl kiriye.

Back to top button