Polîtîk

Hawramanî: Bûdçeya ku Bexdayê şandiye têra dayîna mûçeyên karmendan nake

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Peşawa Hawramanî diyar kir ku 618 milyar dînarên ku ji bo meaşê karmendan ji Herêma Kurdistanê re bê şandin têrê nake.  

Hawramanî di daxuyaniya xwe ya kanalek televizyonê de eşkere kir ku 618 milyar dînarên ku hikûmeta Bexdayê ji bo meha Çile ya 2024ê terxan kiriye têra dabeşkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê nake. 

Berdevk Hawramanî diyar kir, bûdçeya ku hikûmeta Iraqê biryar daye ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê bişîne, ne deyn û ne jî mûçeyê karmendên herêmê ye, belkî “fonek” e ku ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê tê xerckirin û got:

“Di her pereyên ku ji aliyê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ve tê wergirtin, karê me yê sereke mûçeyên karmendan e, ji ber wê jî em pereyê mûçeyê didin. Piştî ku bûdçe hat, divê Wezareta Darayî eşkere bike ku çawa dikarin mûçeyên karmendan bi dahata herêmî dabîn bikin”. 

Hawramanî axavtina xwe wilo domand: “Xerciya mehane ya Herêmê zêdetirî 100 milyar dînar e ku 320 milyar dînar ji dahata navxweyî tê dabînkirin. Ji ber wê jî dibe ku zextek mezin li ser Wezareta Darayî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê kirin ku ew kêmasiya mezin bê girtin. Heta bûdceya Iraqê bê guhertin me daxwaza 800 milyar dolar kiribû”.

Back to top button